المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN

0 94

Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir a bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja duşemê 30.8.2021ê de, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di destpêkê de kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan،û piştre mijarnî giring gengeşe kirin.

Herwiha civat di rewşa siyasî de, pêşhatên herî dawîn ên di qada navneteweyî, herêmî û navxweyî de hatin gotûbêj kirin, nemaze sedemên derengmayîna berdewamiya danûstandinên Kurdî-Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de, û pabendiya Encûmenê ji bo helwesta xwe ya saxlem û stratejîk di serkeftina wan danûstandinan de hat diyar kirin.

Herwiha civat rawestiya li ser vegera koçberên Efrînê bo bajarên wan li ser mal û milkên xwe.

Civat rawestiya li ser êrîş kirinên vê dawiyê li ser bajarê Til Temir û Zargan û gundewarê wan ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar yên bi ser wê ve.

Û ji aliyekî din ve, civat rawestiya li ser vegera qutkirina ava vexwarinê li Til Temir û Hesekê.

Û di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora Ofîsa Karûbarên Encûmenên Xwecihiyan hate xwendin, û rewşa rêxistinî bi awayekî berfire gengeşekirin, û di derbarê wê de, hin pêşinyar hatin stendin ji bo pêşketina karê xwecihiyê di nav cemawer de.

Di dawiya civînê de, M.Zekiya Ehmed Xelef, endama xwecihiya Til Temir û serkirdayetiya Yekîtiya Jinên Kurd li Sûriyê (Rodoz), hat xelat kirin.

Û hêjayî gotinê ye ku M. Zekiya Ehmed Xelef mamosteyek zimanê firinsî ye û pir alîkarî bi xwendekarên herêmê re kiriye û zêdetirî heşt salan di bin banê ENKSê de, di xwecihiya Til Temirê de xebitiye.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.