المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecîhiya Serê kanîyê civîna xwe ya asayî li dar xist

0 65

Encûmena xwecihiya Serê kaniyê ya bi ser ENKSê ve îro roja yekşemê 28ê mijdara 2021″an, li Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist..

Û ev yek bi amadebûna serokê xwecihiyê û bi hazirbûna piraniya endaman..

Û di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir…

Û piştre raporta ofîsa karûbarên encûmenên xwecihî hate xwendin û şîrovekirin ..

Û herwiha di civatê de rewşa rêxistinî û siyasî hate behis kirin ..

Û her di vê civatê de bi giştî ser rewşa Sûriyê û bi taybetî rewşa Kurdan li kurdistana Sûriyê anîn ziman , û ji rexekî dî ve ser serdana şanda ENKSê û şanda êniya aştî û azadiyê ji bo Moskoyê gotûbêjkirin..

Û herwiha di civînê de ser gefên Turkiyê û çekdarên bi ser wê ve ser navçeyên kurdî de behis kirin …

Û di civatê de endamên beşdar tekez kirin ser pêwîstiya giringiya yekrêziya Kurdan …

 

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.