المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ : MIHEMED ISMA’ÎL SEMÎNAREKE SIYASÎ BI RÊ VE BIR BI BONEYA DAMEZRANDINA 9EMÎN YA ENKS ê ..

0 85

Bi vexwendina Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,bi boneya 9emîn li ser damezirandina ENKSê, danê êvarî di roja şemiyê 24.10.2020an de, Katijmêr 4ê êvarî li hola Seyran li bajarê Amûdê semînarek siyasî û cemawerî hat lidarxistin.

Her wiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û bi beşdarbûna hejmarek ji cemaweran mamoste Mihemed Ismaîl dest bi Semînarê kir .

Di destpêkê de xuleke bê deng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistan rawestiyan.

Herwiha Serokê xwecihiya bajarê Amûdê birêz Mihemed Omer Şêxmûs bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar kir.

Herwiha piştre, semînar ji aliyê endamê desteya serokatiya ENKSê Mamoste Mihemed Isma’îl ve, hat pêşkêş kirin,

û li ser rewşa siyasî li sûriyê bi giştî û bi taybet li ser rewşa Kurdî – Kurdî li kurdistana Sûriye û bûyerên herî dawî hat sekinandin.

Herwiha mamoste Mihemed Isma’îl bi awayekî berfire rawestiya û nirxandin li ser kar û xebata ENKSê kir ji destpêka damezirandina wê de û ta niha.

Di derbarê wê de nerîna wê yî siyasî şirovekir di derbarê kirîza Sûriya ya niştîmanî û doseya netewayî ya gelê Kurd û giringiya cihê wê di nav opozisyonê de,

û têkiliyên wê yê siyasî û diblomasî di nav civaka navdewletî de.

Herwiha tekez kir ku ENKSê sûdek giring ji bo tevgera me ya siyasî ya gelê Kurd û hebûna wê di nav opozisyonê de û komîta destûrî û desteya danûsitandkar û têkiliyên wê bi hemû aliyên opozisyonê re.
Herwiha Mamoste Mihemed Isma’îl tekez kir li ser hêzbûna gelê Kurd di yekîtiyê de ye .

Di derbarê wê de rawestiya li ser jidilbûn û rasteqîna ENKSê li ser danûstandinên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de,û diyarkir li ser û xalên yên ku gihiştin têgihiştinan ji bo yekhelwesta Kurdî anî ziman.

Ya ku her du alî gihiştin nerînên siyasî yên hevbeş di qonaxa yekem de û têde hatiye diyarkirin ku rêkeftina Dihokê 2014an wê bibe bingeha danûsitendinan ji bo gengeşekirina rewşa siyasî,

lêşgerî,rêveberî û aborî.

Û gihiştina herdu aliyan di derbarê lêvegera Kurdî bi beşdarbûna Emrîkan Û diyarkir pêwîstî bi encamên erênî heye li ser van danûsitendinan , Herwiha hin xalên cûdabûnê jî diyarkir.

Herwiha semînar rawestiya li ser giringiya damezirandina Eniya Aştî û Azadî û tê de diyarkir ku kar û xebata ENKSê bi hemû aliyên erênî ye ji bo doseya gelê Kurd.

Wek tê zanîn ku ENKSê di 26.10.2011an de,hatiye damezirandin ji aliyê hin partiyên Kurdî û kesayetên serbixwe û hin alî jî.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.