المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: GULEYEK LI JINEKE KURD DIKEVE.

0 61

Di êvara roja yekşemê 22.8.2021ê de, guleyek bê armanc li jineke kurd bi navê Rûla Mahmûd dayika du zarokan li bajarê Hesekê dikeve, û ta roja sêşemê 24.8.2021ê bijişkan ew gule ji laşê wê derxistin û ew jin bi saya XWEDÊ û bi saya bijîşkan saxlem bû.

Di derbarê vê yekê de, hevserê wê bi navê Mihemed Ilyas ji nûçigihanê me re axivî û got:

“Di destpêkê de, ez spasiya XWEDÊ û bijîşkan dikim, ku hevjina min bi saxlemî rabû ser xwe û nav zarokên xwe.

Herwiha Mihemed got jî, bi rastî min û malbata xwe êvara yekşemê li ser banî me şîv dixwar, lê mixabin ji nişkêve hevjina min ko hineka kevir li pişta min lêxist û me nizanî bû çi bû jî, me bi lez wê gihanda ser pizîşk wê çaxê me naskir ku guleyek  li nav piyê wê ketiye.

Û bijîşkan, ta roja sêşemê di 24ê vê heyvê gule ji laşê wê derxistin”.

Herwiha Mihemed got jî:

“Ev guleya di dema derketina ancamên ezmûnên refê 12an de, ya xuleya duyem “.

Hêjaye gotinê, ku şêweyê van guleyên bêpirsiyarî li herêmên Kurdistana Sûrîyê pir rûda ne û ziyanî mezin dighîne welatiyan..

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.