المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : PYK-Sê salvegera yekemîn a koça dawî ya Îdrîs Xelîl

0 76

Bi vexwendinek ji partiya Yekîtiya Kurdistanî- Sûriya, salvegera Yekemîn a koçbar kirina serokê encûmena xwecîhî ya Kornîş û endamê komîteya Herêmî ya partiya Yekîtî ” Idrîs Xelîl” li goristana “Hilêliyê” ya li bajarê Qamişlo hat vejandin…

 

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û kesayetên serbixwe û herwiha rêxistinên sivîl…

 

Û di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê rehmetî ” Idrîs Xelîl” û wêneya El fatîha li ser giyanê wî hat xwendin û gurzên gulan ser gora wî hatin danîn…

 

Û herwiha di derbarê vê salvegerê de hin gotin ji aliyê partiya Yekîtî M, Mejdel Delî” endamê komîteya siyasî vegot .

û herwiha gotina malbata rehmetî ji aliyê kurê wî ” Beşar Xelîl ” ve hate xwendin ..

Û gotina endamê xwecihiya Kornîş M” Ebdelbarî Xelef ” ve hat pêşkêşkirin….

 

Û herwiha tê zanîn ku ” Îdrîs Xelîl” di sala ” 1969″ an li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û di ciwaniya xwe de tevlî nava karê netewayî û partiya Yekîtî bû û her tim di xebata xwe de berdewam bû ta koça dawî kir..

 

Û herwiha di 26ê Tebaxa 2020an de, ji sedema nexweşiyê çû ber dilovaniya xwedê û bi merasîmek geş ji aliyê encûmena niştîmanî û partiyan û kesûkarên wî li goristana ” Hilêliyê ” ya li bajarê Qamişlo bi xakê hat spartin…

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.