المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: OFÎSA PDK-SÊ LI AMÛDÊ HATE ŞEWITANDIN.

0 74

 

 

Nivîsgeha PDK-Sê li bajarê Amûdê nîvê şeva bûrî di roja duşemê 23.8.2021ê de, demjimêr piştî yekê şevê şewitî.

 

Li gorî zaniyariyên taybet, ku agir ziyanên mezin bi xwe re anî, ji ber ku sê ode şewitîn.

Peyamnêrê me li ser zimanê jêderekî ji Partiya Demokrat diyar kir, ku agir bi destan hatiye bi karanîn, ji ber ku şopên mazotê li qata bûroyê hatine dîtin.

Herwiha Nivîsgeha ragihandinê ya PDK-Sê jî, ku ofîsa Rêxistina Amûdê ya PDKSê demjimêr yekê şevê hate şewitandin û ew bi wesayîta agirkuj, cîran û hin hevalan vemirandin.

 

Herwiha ENKSê, jî di daxuyniya xwe de, van kiryaran bi tundî şermezar dike û PYDê berpirsiyar dibîne.

Encûmen piştrast dike ku kiryarên bi vî rengî wê ji armancên wê dûr naxe û ji bo pêkanîna yekîtiya helwesta Kurdî û dabînkirina mercên ewlehî û aramiyê ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê dixebite.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.