المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HERDÛ ENCÛMENÊN XWECEHÎ YÊN BAJAROKÊN EBÛ RASÊN Û TIL TEMIR YÊN BI SER ENKSÊ VE CIVÎNEK BERFIREH LI DARXISTIN.

0 69

di roja Sêşema bûrî de 24.9.2019an de,herdu encûmenên xwecehî yên  Til Temir û  Ebû Rasên yên bi ser ENKSê ve li Kurdistana Sûriye li bajarê Til Temir civînek berfireh li darxistin.

Ev yek bi beşdarbûna endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yê bi ser ENKSê ve M.Ferhad Şêxo û M.Zibêr Mûsa

Herwiha bi beşdarbûna serokên herdû Encûmenan û endamên wan,û rêxistinên yê bi ser wan ve.

Û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk.

Di destpêkê de,mamoste Qasim Xelîl serokê xwecihiya Til Temir bi xêr hatina hemû beşdaran kir û xulekek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

Piştre mamoste Ferhad Şêxo endamê ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yê bi ser ENKSê li ser rewşa rêxistinî ya herdû xwecihiyan baş hat sekinandin û di derbarê wê de hin pêşînyar hatin sitendin armanc ji wan jî bo pêşketina kar û xebata herdû xwecihiyan û firebûna wan li gorî herêmên yên bi ser wan ve.Û kar û xebata wan baş hat nirxandin.

Piştre mamoste Zibêr Mûsa rewşa siyasî anî ziman di derbarê wê de bûyerên herî dawî yên siyasî anî ziman bêtir li ser kar û xebata ENKSê û piroja wê yî neteweyî û liv û tevgera wê di nav civata navdewletî hat nirxand.Herwiha li ser navçeya aram jî hat sekinandin.Herwiha li ser xalên giring yên taybet ji bo gelê kurd û parastina mafê gelê kurd û komîta danîna destûra Sûriye ya nû baş hat sekinandin û şirovekirin.
Û di derbarê rewşa siyasî de hin pêşînyar jî hatin sitendin.

Di derbarê vê yekê de mamoste Ferhad Şêxo endamê ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yê bi ser ENKSê ve ,ji malpera me ya ENKSê re ragihandina û anî ziman:”Em wek ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yê bi ser ENKSê ve di lîsta karê me de di her demekê de em ji nêzîk ve kar û xebata encûmenên xwecehî bişopînin.Herwiha di derbarê rewşa rêxistinî û siyasî de û pêşinyar jî tên sitendin ji bo pêşketina karê ENKSê û parastina piroja wê yî netewî.
Herwiha hemû endamên xwecihiya nerînên xwe didin diyarkirin bi awayekî azad û serbest.Wek îro di roja sêşemê 24.9.2019an de herdu encûmenên xwecehî ya bajarê Ebû Rasên û Til Temir yên bi ser gerîngeha rojava ve yên ENKSê em bi wan re li bajarê Til Temir civiyan.Û kar û xebata wan jî hemû aliyan hat nirxandin bi awayekî Zelalmend.”

Herwiha di civatê de giringiya piştgirtiya herêma Kurdistana başûr û rola serok Masûd Barzanî ji bo parastina mafê gelê kurd li Sûriye hat ziman.

Herwiha di dawiya civatê de,spasiya herdu encûmenên xwecehî hat kirin li ser kar û xebata waî bi nirx ji hêla endamê ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yê bi ser ENKSê ve.

 

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.