المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena Xwecihî ya rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist…

0 56

Duho roja” Înê ” 27″ êlûna, 2019,an, Encûmena Xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

Û ev yek bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, û di civînê de Rewşa rêxistinî û nûçeyên herî dawî di karê û xebata ENKS ê li kurdistana sûriyê de hatin axiftin û li ser rawestiyan,

pîştî ku di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Berzaniyê nemir,  raporta meha Tebaxê hate xwendin û şîrovekirin ji aliyê serokê xwecihiyê ve, M”Şemdîn Nebî “,

û herwiha  bi ferehî li ser rewşa siyasî hate axiftin û xalên herî giring têde hatine gotin û behis kirin, bi taybetî li ser rewşa kurdan û zehmetkêşiyê milet li kurdistana sûriyê,

ji rexekî dî ve li ser giringiya rola Encûmena Niştîmanî ya kurdî li sûriyê di vê qonaxa zehmet û hestiyar de hate behis kirin, û di dawiya civînê de M,Nebî tekezî kir li ser berdewam bûna pirojeya netewî û kurdayetî ya ENKS ê di Kar û xebatê de li kurdistana sûriyê.

Raport :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.