المجلس الوطني الكوردي في سوريا

7EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN MAHMÛD WALÎ JI HÊLA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ HAT VEJANDIN.

0 78

 

Di roja îna bûrî 20 .9.2019an de,li  bajarê Serê Kaniyê li Kurdistana Sûrîyê salvegera 7emîn li ser koçkirina pakrewan Mahmûd Walî bavê Candî ji hêla encûmena xwecehî ya bajarê Serê kaniyê hat vejandin.

 

Herwiha şanda encûmena xwecehî ya bajarê Serê kaniyê û bi beşdarbûna kesayetên serbixwe herwiha bi beşdarbûna kesayetên civaknas û xelkên herêmê û bi taybet cemawerên ENKSê. Û malbata rahmetî, Serdana gora pakrewan Mahmûd Walî li goristana bajarê Serê kaniyê kirin.

Piştî danîna gurzên gulan li ser gora pakrewan Mahmûd Walî.

 

Di destpêkê de sûreta Elfatîha hat xwendin yê pîroz û xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet pakrewan Mahmûd Walî rawestiyan.

 

Herwiha gotina encûmena xwecehî ya bajarê Serê Kaniyê jî hêla M. Îsa Hac taha hat xwendin, di derbarê gotina xwecihiyê di destpêkê de bi xêr hatina mêvanên beşdar kirin ji bo vejandina vê roja xemgîn û bi nirx, herwiha kar û xebata pakrewan Mahmûd Walî jî hat diyarkirin.

 

Piştre mamoste Mahmûd Emo endamê xwecihiya Serê Kaniyê axaftinek kir di derbarê kar û xebata kesayeta pakrewan Mahmûd Walî bi awayekî Zelalmendî xebata pakrewan nirxand.Û spasiya hemû kesên beşdar kir ji bo wefedariya wan jî bo vejandina bîranîna  salvegera 7emîn li ser pakrewan bûna Mahmûd Walî.

 

 

Hêja ye gotinê ku pakrewan Mahmûd Walî ji kesayetên navdar Û Xwedî bandor bû ji destpêka şoreşa Sûriya. Herwiha pakrewan Mahmûd Walî  endamê emendariya giştî ya ENKSê bû ,herwiha serokatiya tevgera ciwanên şoreşê dikir.Û endamê komîta herêmî ya partiya Azadî Kurdî bû.

 

Di hemû xwepêşandanan de dengê bavê Candî Zelalmend bû ji bo parastina mafê gelê kurd û hemû pêkhatiyên gelê Sûriye.

 

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.