المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Her sê Rojnemavanên kurd bi serbestî hat berdan ji zindanên PYDê ve..

0 97

Di 5ê sibata 2022an, girûpên çekdar ên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê rojnemavanê kenala ARK ê” Sebrî Fexrî ” endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê ji bajarê Qamişlo revandin ..

Û di 19ê sibata 2022an her du peyamnêrên kenala ARKê û RÊBAZ “Dara Ebdo” ji bajarê Hesekê û herwiha “Ehmed Sofî “ji gundê Bana Qesrê yê bi ser bajarê Dêrikê ve ji aliyê çekdarên PYDê ve bi tometên dûr ji rastiyê hatibûn revandin…

Û herwiha îro roja 15ê Nîsana 2022an, rojnemavan Sebrî Fexrî ” Ehmed Sofî û Dara Ebdo ji zindanên PYDê de serbest hatin berdan ..

Û herwiha ev ne cara yekem e ku kesayetên siyasî û rojnemavan û çalakvanên kurd li kurdistana Sûriyê ku rastî kiryarên xirab wek kuştin, revandin, îşkenceyê derheqê wan de têne kirin ji aliyê çekdarên PYD’ê ve…

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.