المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê yekemîn salvegera koçbarkirina xebatkar “Elî Reşîd Omer ” vejand…

0 71

Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, Rêxistina Aliyan û Çilaxa roja înê 15ê Nîsana 2022an ,yekemîn salvegera koçbarkirina xebatkar û endamê komîteya Şaxê ya PDK-Sê” Elî Reşîd Omer” li gundê Dêrûna Axê vejand, bi serdanda gora wî li devera Aliyan …..

Û di destpêkê de Birêz” Ebdulrehîm Bedirxan” endamê komîteya şaxê bi xêrhatina hemû beşdaran kir û piştre derbarê rol û xebata têkoşîner ” Elî Reşîd ” anî ziman..

Û herwiha di vê salvegerê endamê komîteya Herêmê ya PDK-Sê Birêz” Hesem Ebdo” ser rola xebatkar di nava refên partî û rêbaz Barzanî û di tevgera siyasî û kurdî de axifî….

Û tê zanîn ku xebatkar ” Elî Reşîd ” ji dayîkbûna sala 1962an, li gundê Dêrûna Axê ,û di sala 1976an, tevlî nava refên partî bû û kar û xebata xwe ser rêbaza Barzaniyê nemir û di xizmeta gelê xwe de berdewam dikir…

Û di 15ê Nîsana 2021an, Bi sedema nexweşiyê di nexweşxaneya bajaê Dêrikê de xebatkar ” Elî Reşîd ” koça dawî kir…

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.