المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS BI BERPIRSÊ DOSYA SÛRIYÊ RE CIVIYAN.

0 109

Di roja pêncşemê 14.4.2022’an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê, li baregeha navendî ya bajarê Hewlêrê bi berpirsê dosyeya Sûriyê li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr.Hemîd Derbendî re civiyan.

Şand ji birêzan : (Dr. Kawa Azîzî, serokê nûneratiyê, Newaf Reşîd) pêk hatibû.

Herwiha Şanda nûneratiyê behsa rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî kir.

Herwiha şanda mêvan tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste mekanîzma hemahengiyê ligel çend wezaret, parêzgar û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bê dîtin û pêşniyarên ji bo çareserkirina wan arîşeyên penaberên kurdên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê li nav kampan û derveya kampan bên pêşkêşkirin. şert û mercên (xizmetê bi gelemperî) û ew bi rayedarên şareza re têne şopandin.

Ji aliyê xwe ve Dr. Hemîd Derbendî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û amadehiya xwe ya temam ji bo dîtina çareseriya van pirsgirêkan û şopandina wan ji aliyê Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê nîşan da.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.