المجلس الوطني الكوردي في سوريا

COTKAR LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ XEMGÎNIN HER TIM QÎRÎN Û HAWAR E Û RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ BÊ DENG IN ….

0 62

Roja sêşemê 11.6.2019an li cem xelkên herêma Dirbêsiyê nema tê jibîrkirin , Roja xweş ji serê sibê de xweş e , Lê mixabin ev roj ji danê sibehê  de bi qîrîn û hawarê dest pê kiribû.

Ji ber ku dûman li seranserî ezmanê gundewarê Dirbêsiyê belabûbû.

Li gelek cihan li gundewarê Dirbêsiyê agir rû da bû,agirê mezin û agirê giran piştî danê nîvro dest pê kiribû.Û di gelek gunda re derbas bû û şewat berdewam kir.
Li gorê zaniyariyan û şopandina peyamnêrê me ku agir ji gundê Himêdiyê dest pê kir  , Û gundên ku agirê mezin têde derbas bûbû ev in(Himêdiyê Şerefiyê,Sinceqê,Ferhiya Bahlo,Bişêriyê û Hepo)
Di der barê vê yekê welatiyekî bi navê Ahmed Abid ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman di der barê agirê mezin û got:”ez Tekez dikim  ku ji terensê Ilkitrîkê bû ku vî agirî rû da,û ev bû agirê siyemîn ta niha di herêmê de em vedimrînin”.

Herwiha Abid axaftina xwe berdewam kir û ku  bi alîkariya xelekên herêmê û tîmên vemirandinê û terktoran ta ev agir vemirî.Û me yeqîn ne dikir ku ev agir wê were vemirandin “.
Welatiyekî din jî ji wê herêmê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:”ku ji destpêka salê de me digo başbûna zadê îsal ji xezebê re yê.Herwiha axaftina berdewam kir û di der barê vî agirî anî ziman ku îro hin cotkar gelekî ziyanî mezin gihiştiye wan jî ber vê yekê divê rêxistinên xêrxwaziyê bi awayekî sererast û serbest bi karên xwe rabin ta beşekî ziyanê li ser cotkarên belengaz sivik bikin”.

Her wiha li Gundewarê Tilkoçer û Nêzîkî Êndîwerê û Başûrê Qamişlo jî û Deverên dî jî îro Agir bi dexil û zeviyên genim û ceh ket , û ziyanên mezin gihişte Cotkaran.

hêja ye gotin  ku komelên xêrxwaziyê û rêxistinên alîkariya mirovahiyê li seranserî Cîhanê  ta niha bê dengin ku di vê demê de ji wan tê xwestin  alîkariya van cotkaran .

M.ELÎ Fetah

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.