المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Behcet Şêxo : pêwîst Aloziyên me bi Rêxistinî werin çareserkirin … .

0 77

Di  vê dema dawî de , partiyên kurdî di ENKS ê  de , tên êrîşkirin ji gelek alî , ji bo  reşkirina pirojeya  wê ya neteweyî , û kar û xebata wê ya diyarkirî jî di danûstandinên navdewletî de ji bo parastina mafên gelê kurd , dixwazin reş û bê beha bikin , ji ber vê yekê Malpera me ya ENKSê , Hevpeyvînek bi Mamoste “Behcet Şêxo” endamê komîta navendî yê Partiya Yekîtî Kurdistanî-Sûriya, çêkir , ew jî di derbarê ev êrîşa li ser Partiya YEKÎTÎ di vê demê de , û  daxuyaniya vê partiyê ...

* dema te baş be mamoste , derbarê vê êrîşkirin li ser Partiya we hûn çi dibêjin ..?

– :”Ev tê wateya ku partiya me,partiya Yekîtî Kurdistanî-Sûriya ji partiyên çalak û kiryarkirî di meydana Kurdî û ta Sûrî jî,û xwedî rolek e balkêş e di hindirê ENKS ê de bi partiyên xwişk û hevalên xwe re dilîze, Lewma ji xwezayî ye  ku were armanckirin ji bo estengiyan li himber kar û xebata wê derxin”.

*derbarê sedemê vê vedana mezin li ser Partiya we çi ye di vê demê de ..?

–  “Beşekî mezin ji gelê Kurd didît wek dihat nîşankirin di dema dawî de ,  bi taybet ku piştî destkeftina kongirê me yî heştemîn(8) bi serkeftinek tekûz(tam) hilmeta ragihandinek nedirist di derheqê partiya me û hin hêmanên wê jî rabûn, Heta ku diyar bikin ku partiya Yekîtî Kurdistanî di hindirê xwe de rewşek qeyran û aloz dije”.

 

Ji ber çi daxuyaniyên we pir bûne di vê dema dawî de ..?

– : ji ber vê yekê em gihiştin ku em daxuyaniyekê derxin bersiv ji wan zurnan re,yê ku dijminatiya piroja neteweya Kurdî dikin ,yê ku partiya me nûnertiya wê pirojê dike bi partiyên ENKS ê re .

Derbarê Rewşa Rêxistinî “YEKÎTΔ di çi astî de ye …?

– : daxuyaniya me yên dawî  ji aliyekî din jî vexwendineke ji sê (3) hevalê me re yê ji komîta polîtbîroyî (Siyasî) ji bo beşdarbûna civînê xwe yî rêxistinî bibin,û yên ku nema beşdar dibin ji bo sedemên ne pir zahmet,ku çareseriya wan sedema di hindirê civatên rêxistinî de li gorî sîstema hundirîn wê were çareserkirin .

 

Ev çi alozî peyda bûye li ba we ..??

bê guman partiya me bi siyasetekê û ramanekê ferehlayan  şad dibe,û ev mafê hemiya liberkirî ye ,  di karin li çarçovên partiyetê û di hemû civatan de jî lêderkirinê bikin, lê nabe ku di bin saya bahane û nerînên cûda û nerînê din,lêderkirina nerînên cûdayî siyaseta partiyê yê ku hevdeng li ser bûne di çarçovên rewa û nerîna giştî di riya amûr û ragihandina civaknasî de belav bikin ,û yê vî karê guneh bike û tawan bar be di derbarê vê mijarê de,yê xwediyê wê têkeve warê lêpirsînek partiyetê di warê rêxistinî de.

 

dawiya axaftina xwe de  , tê çi bêje …?

– :”Herêma me di qonaxek hestiyar û giring de derbas dibe,ji erkê partiya me û hemû partiyên hevalên me,hevgirtin û alîkariya hev bikin, ji bo dabînkirina mafên gelê me yê Kurd yê rewa di Sûriya siberojê de.

Ragihandina ENKSê

Hevpeyvîn .. ELÎ Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.