المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVDÎTINEK DI NAVBERA DESTAYA SEROKATIYA ENKSÊ LIGEL NÛNERÊN PARTIYÊN KURDISTANÎ LI EWROPAYÊ

0 66

 

NAVEROKA HEVDÎTINEK DI NAVBERA DESTAYA SEROKATIYA ENKSÊ LIGEL NÛNERÊN PARTIYÊN KURDISTANÎ LI EWROPAYÊ.

Nûneratiya Ewropî ya ENKSê, di roja Şemiyê 11.12.2021ê de, bi rêya înternêtê bi rêya Onlayin rûpelek civakî, civîneke siyasî ya virtual organîze kir û tê de nûnerê serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li gel nûnerên çend partiyên kurdistanî li Ewropayê civiyan.

 

Ku ji aliyê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî mamoste Fêsel Yûsif û hejmarek ji endamên nûneratiya Ewropî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di vê civînê de beşdar bûn.

Û aliyên partiyên kurdistanî yên ku di vê civînê de beşdar bûn ev in.

– Partiya Demokrat a Kurdistanê -Iraq
– Partiya Demokrat a Kurdistanê -Îran
– Partiya Azadî ya Kurdistanê – Rohlat – Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
– Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – PSK – Partiya Azadî ya Kurdistanê- PAK
⁃ Partiya Maf û Azad

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de, mamoste Mihemed Emîn Umer nûnerê Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûrî di nûnertiya ENKSê ya Ewropayê de, ji malpera me ya ENKSê re bi riya telefonê ragihand û anî ziman:

“Piştî hevdîtin bi xêrhatina nûnerê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û nûnerên partiyên kurdî yên beşdar di vê civînê de dest pê kir.

Piştre birêz Ebdulkerîm Hacî, serokê nûneratiya Ewropî ya Encûmena Niştimanî ya kurdî li Ewropa, bixêrhatina mêvanên beşdar kir û li ser giringiya vê civînê axivî û derfet da mamoste Fêsel Yûsif ku li ser gelek mijarên nû li ser qada Sûriyê û ya Kurdî binirxîne.

Herwiha Umer got jî:

“Mijarên mamoste Fêsel Yûsif li ser rawestiya ev in.

-Krîza Sûriyê û berdewamiya wê tevî hemû destwerdanên navdewletî û rewşên karesatî ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe tê re derbas dibe.

-Qonaxên berdewamiya diyalogê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî de û têkçûna wan.

-Têkiliya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi opozîsyona Sûriyê bi giştî û bi taybetî bi hevpeymaniyê re.

-Berdewamiya binpêkirin û guhertina demografîk li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

⁃ Berdewamiya binpêkirinên li navçeyên kurdî û revandina zarokên temen biçûk û leşkerkirina wan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve”.

.⁃ Pêşxistina têkiliyên di navbera partiyên Kurdistanî de “.

Herwiha Umer got jî:

“Piştre deriyê diyalogê , gotûbêj û destwerdanên nûnerên partiyên kurdî li ser giringtirîn pirs û pêşhatên siyasî li meydana Sûriyê û kurdî hate vekirin.

Herwiha gelek pirs û destwerdanên têkildarî yên sereke bi vê civîna siyasî ya girîng, ku yekem car li Ewropayê ye, tê kirin”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.