المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dirbêsiyê : Encûmena xwecihî civateke rêxistinî û siyasî li dar xist

0 80

Îro roja çarşemê 15ê tîrmeha 2020an, encûmena xwecihî ya bajarê Derbêsiyê û gundewarê wê, civateke rêxistinî û siyasî ji endamên xwecihiyê û şaxên xewcihiyê re li dar xist.

 

Û Di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan barzaniyê nemir.

Û piştre M,Eşref Elmela, serokê encûmena xwecihî bi xêr hatina hemû endaman kir.

 

Û herwiha piştre li ser rewşa rêxistinî ya şaxên encûmenê gengeşekirin û tekez kirin li ser tevger û çalakkirina encûmenê ya bajêr û gundewarê wê piştî demeke dirêj ji rawestandinê ji sedemên ewlekariyê û girtina hemû ofîsên encûmenê.

 

Û herwiha ji rexekî din ve di civatê de rewşa siyasî jî baş rawestiyan û têde bûyer û pêşveçûnên siyasî li sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan axivîn.

 

Û herwiha civat berdewam bû ser lihevkirinên vê dawiyê di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî, bi alîkariya Amerîkayê û bi piştevanî û piştgiriya serok Mesûd Berzanî, ku ev peyman ji bo xizmeta berjewendiya kurdî de û ji bo bi dest xistina mafên rewa yên gelê kurd li Kurdistana sûriyê li gorî peymanên navdewletî .

 

Û di dawiya semînarê de pirs û pêşinyar ji aliyê beşdaran ve hat kirin..

 

 

Ragihandina ENKS ê

Hêvî Delî- Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.