المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ezmûnên pola 12ê li Sûriya îro destpêkirin

0 64

Îro roja yekşemê 9 ê,pûşperê, 2019an, Ezmûnên xula yekem yên pola 12ê bi hemû şaxên xwe , bi beşdarbûna zêdetirî 240 hezar xwendevanan li seranserî sûriyê destpêkirin.

Ji ber vê yekê îro xwendevanên pola (12)ê, bi hemû şaxên xwe yên wêjeyî û zanistî, ezmûnên xwe li navendên cuda pêşkêşkirin.

Û herwiha sibe xwendevanên pola (9)ê jî wê ezmûnên xwe pêşkêşbikin.

Di hemandemê de  gorî biryara hatiye sitandin ji wezareta perwerdê ku toreya înternetê di katjimêrên ezmûnan de wê were birîn.

Herwiha derbarî şopandina me li ser rewşa ezmûnan mamosteyek ji malpera me re anî ziman û wiha got : Îro pêşkêşkirina ezmûna yekem bû yê xwendevanên pola 12ê, bi hemû şaxên xwe û herwiha hejmara xwendevanan îsal li gorî salên borî bihtir bû, û di vê derbarê de û ji bilî hemû Zehmetkêşan û rewşa derûnî ku xwendevan têde derbas dibûn, lê îro ew dikarîbûn ezmûnan bi awayekî aramî pêşkêşbikin, û berdewam kir gotina xwe, ku ew hêviya serkeftinê ji hemû xwendevanan re dixwazin.

Tê zanîn ku ezmûn ji demjimêre 8:00 ê beyanî ta 11:00 berdewam bû.

Rapor:  Hêvî Delî

Ragihandina ENKS ê – Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.