المجلس الوطني الكوردي في سوريا

COTKARÊ BELENGAZ:”HER TIŞT DI WEXTA XWE DE XWEŞ E”.

0 66

Li Kurdistana Sûriya ,li herêma Cezîrê ji destpêka werzê Çinînê û karê Batozan û çinîna zadan cotkar ketine rewşeke xerab û ne aram , Ji ber pirsgirêkên zada çi ji aliyê agir,zîpikê û kêmbûna batozan

Û ji aliyekî dî vê  jî nirxên erzan ji bo zadan yên hatine destnîşankirin.
Û yek cotkar ta niha nehatiye jêbartin (qerebokirin) ji aliyê ti dezgehê yan saziyê .
Di heman demê de,peyamnêrê me yê ENKSê ji destpêka heyva pênca ya sala 2019an de,di raportek xwe de ragihandibû di der barê destpêka çinîna zada li Kurdistana Sûriye û bê dengiya patozan , û sedemê vê bê dengiyê , Ji ber pirbûna rêjeya baranê  hişt zad ne di dema xwe ya xwezayî were çinîn bi taybet zadê ku ceh bû .

Ji ber ku rûrek  ango pincarên cûda di nav zeviyên ceh şînbûbûn û dema mirov li zeviyên ceh temaşe dikir mirov nizanîbû ku ev zevî ceh e , Bi taybet li gundewarê Dirbêsiyê û tekizkirina vê mijarê ew wêneyên ku hatibûn belavkirin di rapora ku me anî ziman ew wêne jî yê zeviyên ceh bûn û ta niha ew zeviyên ku zadê wê ceh bû li darin û Batoz dest bi çinîna wî nekiriye , Û rojane ev ceh bi Erdê re dere û cotkarê belengaz destê wî li ser riwê wî ye û li zadê xwe temaşe dike .

Di der barê vê yekê nûçegehanê me rewşa cotkaran şopand û cotkarekî bi navê Yûsif Ebdela ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman: “Her tişt di wexta xwe de xweş e , her sal di dawiya meha çara de,patozên çinîna ceh dest pê dikir,lê ta niha zadên me hîn li darin û patoz nehatine “.

Herwiha Ebdela axaftina xwe berdewam kir  : ” ku îsal li vê herêma me zadê genim baştirbû ji zadê ceh,ji ber ku ceh giş bi erdê re çû û hemî  paldaye û ji xeynî pincarên cûda ku di nav zeviyên ceh derketine ev tişt dihêle ku xwediyê patoza nêzîkî van zeviyên ceh nebin “.

Yûsif axaftina xwe berdewam kir :” ku ev zeviyê min yê ceh di dema çandiniyê de ez ti tuximî navêmê ji ber ku pir zêde ketiye erdê”.
Cotkarekî din jî ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman û navê xwe neda nîşan:”ku cotkaran em nizanin me çi kiriye ta XWEDÊ li bin guhê me xistiye,em carna di xew de ne, em di xewin de dibînin ku agir bi zadê me ketiye , Me îsal digo emê xwe ji deyna xelskin,lê em dibêjin sal bi sal xwezî  bi par”.

Cotkar axaftina xwe berdewam kir û got :”  ji bilî ev pirsgirêkên ku hatiye serê me her sal di dawiya meha nîsanê û serê gulanê me çinîna zadên xwe bi dawî dikir bi taybet zadê ku ceh bû , Em nabêjin ku îsal salek cûdayê lê xwediyê patoza jî li me bûne agir , cehê me giş bi erdê re çû û ew jî dibêjin ceh man piştî genima,û nirxekî  pir bilind jî ji me dixwazin û em neçarin ku em bidin”.

Hêjaye gotinê ku li Kurdistana Sûriye ti dezgeh û alî tineye ku kul û derdên cotkaran derman bikin , tevî ku herêma me herêmek çandiniyê ye lê wek tê xuykirin bê xwedî maye.

Ragihandina ENKSê

M.ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.