المجلس الوطني الكوردي في سوريا

REVANDIN,WÊRANKIRIN Û MÊRKUJIYÊN HOVAN E DI DERHEQÊ GELÊ EFRÎNA KURDISTANÎ DE BERDEWAME JI ALIYÊ KOMÊN ÇEKDAR…

0 63

Wek tê zanîn  ku zêdey salekê ,Efrîna Kurdistanî Li Kurdistana Sûriya  hatiye dagirkirin ji hêla komên çekdar û Tirkiya Ji ber vê yekê gelê Efrînê yên resen, di metirsiyê de dijîn .

Û berdewam tûşî karên Xirab û hovane e dibin ji hêla  wan çekdaran wek (revandin,wêrankirin,dizîkirin û mêrkujî).
Û ji alîkî dî ve jî civaka navdewletî bê denge beramberî van karan .

Li gorî zaniyariyên taybet wek desteya yasayî ya kurdî bi belge , Îro di siba roja şemiyê 8.6.2019an de, kuştineke  hov ,li gundê Şêx yê bi ser navçeya Mabetlî çêbû , Û du kes hatine kuştin,yek bi navê Henan Henan kurê Hisên û yê din jî bi navê Ebdulrehman Şêx Ahmed kurê Elî.

Li gorî zaniyariyan li ser riya giştî ya Efrîn û Raco nêzîkî dûriyana Mabetlî rêbendek heye ji aliyên komên çekdar bi navê Sultan Mûrad.

Û li gorî agahiyan karê wan hevdû qurbaniya bazirganiya şînatiyê dikirin li wê herêmê ,bi Erebokê di navbera gundên herêmê şînatî difirotin.

Li gorî agahiyan herdû qurbanî hatibûn sekinandin li rex dûriyana Mabetlî ji aliyê komên cekdar,li ser Matorsilkê bûn û bûn armanca Gaulleyê çekdaran û jiyana xwe jidest dan.

Lê mixabin ew komên çekdar di rêbendê re bazdan,ji ber ku rêbend gelekî nêzîk bû.
Ev tê wateya ku dagirkeriya Tirkiya û komên çekdarî armanckirin û kuştina welatiyên Kurd bikin û têxin sukra nenasan de .

Û di der barê vê yekê jî ji bo mehane bibînin ta karên xerab û ne rewa wek mêrkujî,revandin,dizî û şewitandina daran di derheqê gelê kurd ê berdewm bikin.

M.Elî Fetah.

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.