Di roja yekşemê 13.12.2020an de, katijmêr 12ê şev, fîşek (gulle) hatin avêtin bi rexê ofîsa encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve, û hewildana şewata tirimpêla cîgerê serokê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna mamoste Eşref El-mela hatiye kirin ji aliyê nenasan ve .
Li gorî zaniyariyên taybet di roja yekşemê nîvê şevê katijmêr 12ê şevê,kesnî nenas fîşek avêtine ofîsa encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna û zerarê madî û kirin
Herwiha di wê demê de jî,ew kesên nenas
hewildana şewata tirimpêla cîgerê serokê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna mamoste Eşref El-mela hatiye kirin , Lê malbata mamoste Eşref Elmele zû pê hisiyan û agir vemirandin.
hêjaye gotinê ku yên van karên xerab dikin di dema danûsitendinên Kurdî de,yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, tê wateya ev kesên xerab dijî yekrêzî û yekhelwesta Kurdî ne li Kurdistana Sûriya.
Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah