المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KAZIM XELÎFÊ :”EM HÊVÎ DIKIN KU EM KORBENDAN Û NAVENDÊN ÇANDÎ DI HERÊMÊ DE PIR BIKIN.Û ARMANCÊN WAN BELAVKIRINA ARAMÎ Û HEZKIRINÊ Û DÛRBÛNA JI REWŞA ZIRZEYA NETEWÎ Û OLÎ YAN PARTΔ.

0 77

Di heman demê de,dema bûyernî ango pirsgirêk û nakokiyên cûda, di nava civakan û gelan de derdikevin,bi taybet di navxweya welatekî ku pir neteweyên cuda tê de hebin,di wê demê de,aqilmendî û rewşenbîrên wan civakan,li hev dicivin ta pêşinyaran bidin diyarkirin.Ji bo çareseriya wan nakokiyan bikin bi awayekî aştiyane û sererast,

wek tê nasîn Korbenda Çaksazî û guhertin li Rojavayê Kurdistanê kar û xebata wê balkêş e û pir tê pejirandin ji aliyê hemû pêkhatiyên herêmê,

Ji ber vê yekê malpera me ya ENKSê,hevpyevînek bi mamoste

Kazim Xelîfê” endamê rêveber yê Korbenda Çaksazî û guhertin çêkir, Ew jî di der barê kar û xebata korbenda Çaksazî û guhertin de kar dike.

*-Dema te baş be mamoste,Di kîjan salê de,Korbenda çaksazî û guhertin,li Rojavayê Kurdistanê dest bi kar kiriye,û bi çi şêweyî kar dikir û rola te di korbendê de ji aliyê rêveberiyê çi ye….?

-:”Korbenda Çaksazî û guhertin,di meha nîsanê sala 2015an de,birêk fermî dest bi kar kiriye , bi awayekî sazî û rêxistinî û bernameyî sinûdar,Lê berî xelekên wê dihatin bi rêvebirin ji hêla,ofîsa ragihandinê, ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye,lê ne bi awayekî rêkûpêk bû, Ta ku rêveberîk û bername û lîsta kar ya mehane jê re destnîşan kir,Û Qamişlo bû navend jê re,û bajarok û navçeyên din bû şax jê re,di mehê de xelekek li navenda Qamişlo tê li darxistin.û di hin caran de serdekirina xeleke din li bajarokên din jî tê li darxistin.Herwiha Xelîfê berdewam kir, go serfiraz im ku ez ji damezirînerê korbenda Çaksazî û guhertin,û ta niha jî ez bi hin birayê xwe re rêveberiya korbendê dikin.Û me dikarîbû, şopandina hemû bernameyên korbendê û aktîvkirina bernameyên wê bi hemû pîşeyan berdewam bikra di qonaxên dijwar de”.

 

*-Çi armanca ji Karê korbenda Çaksazî û guhertin,di civakê de …?

-:”armanca sereke ji Karê me re ,avakirina ramana demeqrat li ser hemeta danûstandinên di navbera hemû pêkhatiyên herêmê,û hemû hêzên siyasî û rewşenbîrî yê ku hene .

Herwiha Xelîfê anî ziman : ku di baweriya min de,me serkeftinî bi destxin ,di der barê karê me yî di salên derbasbûyî de,me karîbû gelek deriyên danûstandina vekrana,û pevguherîna nerînan di navbera Ereban,Kurdan û Siryanan de.Mirov dikare li ser wan pesartinê bike,ji ber ku zemane ango sikirê ewlehiyê ne ta gelaciyên tîreyan û neteweyan çênebin di herêmê de”.

*-Rola korbenda Çaksazî û guhertin,ji destpêka şoreşa Sûriye,çawa bû…?

-:”Ez bawer dikim, ku korbenda Çaksazî û guhertin, tim û ta niha çalakiya bêhempa, li ser asta tevgera ramyarî çandî û civakî di herêmê de. Û berdewamiya çalakiya wê û bi destxina wê ji komeke pêşrûyên karker di naverasta çandî,ramyarî û civakî de. Û ji hemû pêkhateyan, û bi serdekirina mijarên ku pêşkêş dike, yê ku bala nerîna giştî dikşîne. Û doseyên pêwîst li ser qadê.belê hemeta wê li ser hevbeşiya di kar de ji ser mihvandariya kesayetên girîng yên ku di hindir û derveyî welat de ev hemû hişt ku korbend rasteqîna wê bi mizyarî be û bû avahiyek ku hemû nerînan bi hezkirin û rêzgirtin digire nava xwe”.

*-Çawa karê xwe ji ser xelekên xwe dinirxîne…?

1. -:”Nayê veşartin, ku çand hewldanên hin aliliyên tevgera Kurdî pê rabûbûn, Ji bo damezirandina korbendan û hin ji wan bi hin karan rabûne.Lê belê negihiştine asta korbendan,û serkeftin ji wan re nehatiye danîn.Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim: ku korbenda Çaksazî û guhertin ew tenê karîbû hemû pêkhatiyên herêmê kombike, û bi awayekî rêkûpêk û rêxistinî ji çar salan zêdetir. Û bi awayekî sererast kardikir ji bo parastina aştiya gelêrî û nêrînên cuda dipejirîne û mafên wan dide nasîn di riya givtûgoyeke şahrezarî”.

*-Di dawî de,tu çi dixwazî bibêjî ji civakan re,bigiştî û bi taybet ji civaka Kurdî re,di der barê karê Korbendan de….?

-:”Em hêvî dikin ku em korbendan û navendên çandî di herêmê de pir bikin.Û armancên wan belvkirina aramî û hezkirinê û dûrbûna ji rewşa zirzeya netewî û olî yan partî .Ez bawer dikim ku korbenda Çaksazî û guhertin sekeftineke mezin tûjandiye .ku dikarîbû ji hemûyan re û ji bo hemûyan , û ragihandin risteke wê ya bê hempa di vê serkeftinê de hebû.Û di dema dawî de ji ragihandina ENKSê re beşdarbûneke girîng hebû , ew mafdare ji spasî û xelatê re”.

Ragihandina ENKSê

ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.