المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Koma NARÎN ya Filklor û Hunera Kurdî li Qamişlo , xwe amade dike ji bo Ahingên Newrozê ..

0 75

Huner û Filklora Kurdî beşeke serekî ye ji çanda kurdî , ji ber vê yekê Koma Narîn ya Huner û Filklorê  kurdî ya xwedan dîrokeke dirêj di Kar û xebatê  hunerî de xwe her dem amade dike , ji bo beşdarbûna wê di gelek ahingan  de, ku ew bi xwe  li bajarê Qamişlo hatiye damezirandin di Sala, (1981 )an de,

Koma Narîn bi sê beşên  sereke pêk tê

Ew jî :  (stran û şano û dîlan)

û bi helkeftina nêzîkbûna Roja cejna Newrozê, koma Narîn ya filiklorî ji bo ahing û şahiya Newrozê bi rengekî baş lidarbixe  ew bi dest birovat û amadekariyên taybet ji bo vê rojê , derbarê zaniyariyên bihtir  Endamek ji koma Narîn di beşê Dîlanê de bi navê (Newroz) kêf xweşiya xwe de xuyakirin ji bo ahinga Newrozê de û  ji malpera me re axifî û got : ” em her  şev birovatên xwe berdwam dikin ”

di vê derbarê de jî (Ferec Ferman ), ku ew jî endamekî herî Kevin e di Koma Narîn de û tevlîbûna wî di komê de divegere Sala (1997)an de ta naha  berdewam e ,ji me re axifî û got : ” Koma Narîn dibistaneke Huner û kiltûrê kurdî ye, Dibistaneka kurdayatiyê ye ;  ev bi dihê salan Kar û xebata xwe li ser şanoyê dikin, û pir zehmatî kişandin, lê ew niha Kar û barê xwe dikin weku hersal da ku şahiya Newrozê were  lidarxistin bi rengekî baş û serkeftî”.

Ji aliyê xwe ve berpirsê Koma Narîn ( Bavê Cûdî) da xuyakirin bi giştî li ser beşdarbûna komê di ahingên Adarê de, û hêviya sersaleke xweş û Newrozeke Azad ji bo hemû miletê kurd re xwest .

Raport :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS….Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.