المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI VÎNEKE XURT , XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

0 78

Di roja yekşemê 28.2.2021ê de,encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,li navenda xwecihiya bajarê Amûdê civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de, Xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan û piştre mijarên giring gengeşe kirin.

Herwiha xwecihiyê di civatê de,hemû bûyerên siyasî yên nû û pêşketinên herî dawî bi awayekî giştî li ser rawestiyan û gengeşekirin.

Herwiha civatê bi awayekî taybet, li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de, bi awayekî berfire gengeşekirin.

Herwiha xwecihî rawestiyan, li ser vejandina hemû helkeftên heyva avdarê û beşdarbûna wan di helkeftan de.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa xelkên bajarê Serê Kaniyê  ya xerab di kampan de û bi çi awayî bê bikaranîn ji bo dabînkirina pêdiviyên wan û çareseriya pirsgirêkên wan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.