المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE, CIVÎNA YASAYÎ LI QAMIŞLO LIDARXISTIN..

0 101

 

Di roja pêncşemê berî danê nîvro 5.12.2019an de,encumenên xwecihî yê bi ser ENKSê,ve civîna xwe ya asayî lidaxistin ..

Ev yek bi beşdarbûna serokê ofîsa karûbarê xwecehiyan yên bi ser ENKSê ve , mamoste Mihsin Tahir û hin ji endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî yê bi ser ENKSê jî li Qamişlo li darxistin.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet Barzaniyê namir rawestiyan.

Rewşa rêxistinî: Raportên ku hatî ji aliyê xwecehiyan hatin xwendin û persivdana wan hat dan û serokê xwecihiyan hatin agahdar kirin li ser biryarên ku ji Emîndariya giştî ya ENKSê re hatibûn derxistin.

Herwiha M.Mihsin Tahir li ser rola xwecihiyan tekêz kir di nav cemawerê Kurd û axifî , bi taybet di vê qonaxa hestiyar ku piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve bi ser bajarê Serê kaniyê û Girê Spî.

Rewşa Siyasî:Rewşa Sûriye bi giştî,û rewşa Kurdî bi taybet hat şirovekirin.

Herwiha mamoste Mihsin Tahir hemû bûyerên herî dawî yên bingehîn anî ziman û bi taybet li ser van xalan baş rawestiya.

-Êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve li ser bajarê Serê kaniyê û Girê Spî li Kurdistana Sûriye.

-Berdewamiya binpêkirinan ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve di derheqên gelê Kurd yên resen li Efrîn,Serê kaniyê û Girê Spî li Kurdistana Sûriye wek kuştin,wêrankirin,revandin,dizîkirin,koçberkirin û guhertin dîmografî.

-Hewildanên diplomasî yê ENKSê di derbarê nûkirinan, pêşketinan û hevpeymanên navdewletî û herêmî li ser qada Sûriye û Kurdistana Sûriye.

1-Hevdîtina cenabê serok Masûd Barzanî û serokê herêma Kurdistana başûr bi destaya serokatiya ENKSê re.

-Civatên destaya serokatiya ENKSê û nûnerên ENKSê di komîta Destûrî،desteya danûsitendinê û kuwalisyonê de li Hewlêrê.

Herwiha di dawiya civatê de,mamoste Mihsin Tahir bi navê xwe û bi navê hemû serokên xwecehiya spasiya rol û hewildana serok Masûd Barzanî û serokê herêma Kurdistana başûr Nîçirvan Barzanî kirin li ser pişgirtia wan li ser doza gelê kurd li Sûriye û palpiştiya wan li ser hemû civatên ENKSê yên navdewletî
Herwiha Tahir spasiya saziya xêrxwaziya Barzanî jî kir li ser alîkariya wê yî mirovahiyê ji bo gelê Kurdistana Sûriye yên koçber
Herwiha Tahir spasiya rola xwecihiya kir li ser serdana koçberên Serê Kaniyê û gundewarê wê.

Ragihandina ENKSê
Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.