المجلس الوطني الكوردي في سوريا

3 Şehîd û 2 birîndar di Encama Êrîşa Daişê li ser Devera Germiyan li Herêma Kurdistanê ..

0 88

Diho roja Çarşemê  4/12/2019 an, çekdarên Daîşê êrîşî lîwaya 3 ya pêşmerge kir, li ser sînorê Guleco li Devera Germiyan li gundê Dekeya li Herêma Kurdistanê,

û herwiha Hêzên pêşmerge di rûbirûbûna Daîşê de bersivdan , û êrîşa wan ji aliyê pêşmergeyan ve hate têk birin , û di encama vê êrîşê  3 pêşmerge şehîd ketin û 2 birîndar bûn  , û herwiha navê her sê şehîdan ev in :
_ Şehîd: Hisên Omer
_ Şehîd : Luqman Tahir
_Şehîd : Ziyad Xelîfa

tê zanîn ku di derbarî vê êrîşa Daîşê li ser pêşmerge, Serokê Herêma Kurdistanê” Nêçîrvan Berzanî ” û herwiha Wezareta pêşmerge ya kurdistanê, peyamek belav kiribûn û têde gotin :” em  welatiyên Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên pêşmerge û hêzên din ên çekdar ên Herêma Kurdistanê weke hertim di amadebaşiyê de ne ji bo têkşikandina tevgerên terorîst û herwiha parastina xak û xelkê kurdistanê ji her metrsiyekê”.

 

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.