المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena Xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya Yasayî lidarxist ..

0 104

Duho roja Înê, 1ê Mijdara 2019an

,Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya yasayî li darxist.

û ev yek bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, ku di civînê de Rewşa rêxistinî û nûçeyên herî dawî têde hatin axiftin û li ser rawestiyan.

Piştî ku di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Berzaniyê nemir.
Piştre raporta meha cotmehê hatin xwendin û gengeşe kirin ji aliyê serokê xwecihiyê ve, Mamoste ” Şemdîn Nebî” ku di civînê de bi firehî li ser rewşa siyasî axifî û bi taybetî li ser guhertinên siyasî li kurdistana sûriyê rawestiya,

û xalên herî giring têde hatin gotin û behiskirin, li ser rewşa kurdan bi giştî li kurdistana sûriyê, û herwiha ji rexekî dî ve axifî li ser bûyerên herî nû û zehmetkêşiyê miletê kurd li kurdistana sûriyê de, û herwiha “Nebî ” berdewam kir li ser êrîşkirina Tirkiyê û çekdarên wî li ser bajarên kurda û herwiha karên xirab ku li der heqê milet de li kurdistana sûriyê bi taybetî bajarê Serê Kaniyê, Efrîn,, Til Temir, Girê sipî,

mîna, kuştin, revandin, wêranbûn, Talan bûn, û xwecihî ev yek bi tundî şermezar kir, û herwiha ji rexekî dî ve, axifî li ser rêkeftina ku di nav bera Rûsiya û Tirkiyê de hat kirin , û di dawiya civînê de “Nebî ” tekezî kir li ser piştevaniya serok Mesûd Berzanî, û rola wî di alîkariya miletê kurd re li kurdistana sûriyê.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo.. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.