المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera “23” emîn li ser Şehîdbûna herdû Serkirdeyê kurdan ” Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yousif derbas dibe ..

0 73

Kemal Ehmed Derwîş, ku li bajarê Serê Kaniyê di Sala “1939” an jidayîk bûye, û herwiha Xwendina xwe ya seretayî û amadeyî li dibistanên parêzgeha Hesekê bi dawî kir, û piştre ew li zanîngeha Helebê bawernameya Yasayî wergirt,
Û herwiha di derbarî karê mamoste Kemal Ehmed Derwîş di warê sîyasî de :
_Di sala” 1958″ an de beşdarî nava refên Partî Demoqiratî Kurdî li Sûriya bû.
_ Di sala ” 1970″ an de weku endamê komîta Herêmî hat hilbijartin.
_Di sal ” 1977 ” an Kemal Derwîş ji endamê komîta navendî hat hilbijartin.
_Di Sala “1979 ” an weku Sekirtêrê giştî yê partî Demoqiratî hat hilbijartin û herwiha di karê Sekirtêrê de berdewam kir ta sala “1995 “an, û piştre di kongirê” Heft e” mîn de ku di buhara 1995 an de, hate li darxistin, û têde M,”Kemal Derwîş ” hat hilbijartin ji bo amîndariya giştî ya vê Partiyê.
_ û herwiha di hilbijartinên civîna “Pênnca mîn de ayasayî ya Perlementoya sûriyê de, M,Kemal Derwîş weku nûnerê partî û tevgera netewayî ya Kurdî li sûriyê û weku endamê meclisa gel ya sûriyê hat hilbijartin.

Û herwiha Mamoste Şêxmûs Yousif ku di Sala” 1948″ an li gundê “qetiraniyê” yê girêdayî bi navçeya Çil Axa hidayik bûye, û bi niştîmanperweriya xwe di hat naskirin,
_ Di Sala “1965 ” beşdarî nava refên Partiya çep ya Kurdî bû.
_Di Sala “1987” endamê komîta navendî hat hilbijartin.
_ Di Sala “1993 ” weku endamê Ofîca Sîyasî ya vê Partiyê hat hilbijartin.
Û herwiha tê zanîn ku di roja 3/11/1996, Kemal Derwîş li gel hevalê xwe Şêxmûs Yousif di bûyereke trafîkê de li ser riya Hesekê dema vegerandina we ji bo xebateke sîyasî de , û di encama vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan û li goristana ( Qidûrbek) li Qamişlo hatin bin axkirin.

Amadekirin : Hêvî Delî
Ragihandina ENKS Ê.. Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.