المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Pdk-s û pariyên Siyasî 23emîn Salvegera herdû Xebatkarên mezin li Qamişlo vejand ..

0 88

Îro roja Yekşemê 3 mijdara “2019” an, demjimêr 3 piştî nîvro, Partî Demoqratî Kurdistanî – Sûriya

salvegera “23 “emîn li ser şehîdbûna Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yousif, vejand bi serdana gora wan li goristana. ” Qidûrbek ” li bajarê Qamişlo .

bi amadebûna hejmarek ji xelkê bajêr, û herwiha bi hazirbûna nûnerên Partiyên siyasî , Destpêkê de xuleke bê dengî li ser giyanê wan hat rawestandin û fatiha li ser giyanê wan hat xwendin, û gurzek gul li ser gora wan hat danîn.

Û herwiha gotina Partî Demoqiratî Sûriya ji aliyê endamê Ofîca Siyasî, M,”Mihemed Ismaîl” ve , hat xwendin , Ku bi giştî li ser jiyana herdû pakrewanan û li ser Kar û xebata wan yê siyasî axifî , Û herwiha di vê salvegerê de endamê komîta Navendî ya PDKS ê M,”Hesen Remzî ” wiha ji malpera ENKS ê re anî ziman û got : ” Îro em bîranîna” 23″ emîn, salvegera şehadeta herdû mamoste Kemal Derwîş û Şêxmûs Yousif, li bîra xwe tînin, û yê Ku jiyana xwe û xwîna xwe dan ji bo pêkanîna mafê miletê kurd û herwiha Kar û xebat di kirin ji bo miletê kurd bigihêjin mafê xwe yê rewa û em weku Partî Demoqiratî Kurdistanî û tevgera Siyasî soz didin em vê Kar û xebatê berdewam bikin, de Ku ew welatperwer û netewî bûn û kesayetên heskirî bûn ji rêbaza Barzanî re û ji bo dosya mafê gelê kurd re”.

Û herwiha ji rexekî dî ve derbarê vê bîranînê endama komîta Herêmî ya PDKS ê, M,”Lava Delî “, ji malpera me re wiha axifî û got :”Her Sal weku îro vê rojê em li bîra xwe tînin de ku ev pakrewan bi Kar û xebata xwe ya kurdî û bi niştîmanperweriya xwe di hatin naskirin û ji ber vê yekê li ser erke em wefadarî û rêzgirtinê bi xwîna wan pakrewanan bikin”.

tê zanîn ku di roja 3/11/1996 an, Kemal Derwîş li gel hevalê xwe Şêxmûs Yousif di bûyereke trafîkê de li ser riya Hesekê dema vegerandina wan ji bo xebateke sîyasî de, û di encamê de jiyana xwe ji dest dan û li goristana “Qidorbek ” hatin bin axkirin.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo.. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.