المجلس الوطني الكوردي في سوريا

3EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN BEHA’EDÎN FATIMÊ Û BIRAYÊ WÎ JI ALIYÊ PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI SÛRIYE HAT VEJANDIN.

0 64

 

Di şeva 3 Cotmiha  sala 2016 an ,terorekî li hola Senabil ya daweta li pajarê Hesekê di daweta malbata Fatimê de xwe teqand di wê bûyera xemgîn de hejmarek Şehîd ketin û hejmarek mezin birîndar bûn ,

Ji wan parêzer Beha’edîn Fatimê endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya .

Di derbarê vê yekê de,
Diho di roja pêncşemê 3.10.2019an de,salvegera 3emîn li ser pakrewanbûna BEHA’EDÎN FATIMÊ endamê navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya li Kurdistana Sûriya  li gundê Qolo yê bi ser bajarê Til Birak ve ji aliyê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û xwecehiyên bi ser ENKSê yê li bajarê Hesekê.
Herwiha di destpêkê de bi xêr hatina mêvanên beşdar hat kirin ji hêla partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye û xulekek bê dengî  li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û bi taybet li ser giyanê pakrewanên bûyera teqîna hola Senabil û bi taybet li ser giyanê hevalê xwe Beha”edîn Ftimê rawestiyan.

Herwiha gotina ENKSê hat xwendina ji aliyê mamoste Zibêr Mûsa serokê encûmena xwecehî ya rojhilat a bajarê Hesekê.Herwiha Mûsa di axaftina xwe de,di derbarê teqîna teror de anî ziman,û armanca rêxistina DA’IŞ ji wê teqîna teror re armanckirina hebûna Kurda li ser axa xwe yî dîrokî.Herwiha Mûsa axaftina xwe berdewam kir li ser sazkirinan komîta Destûr û bi çihkirina mafê gelê kurd yê rewa di destûra Sûriya nû de.

Herwiha gotina partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye hat xwendin ji aliyê mamoste Mejdel Dilî endamê ofîsa siyasî ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye ,herwiha di axaftina xwe de spasiya hemû mêvanên beşdar kir û bêtir li ser kar û xebata hevalê xwe pakrewan Beha”edîn Fatimê nirxandin.Û teqîna teror ya hola Senabil ya daweta bi tindî şermezar kir.Herwiha Dilî di axaftina xwe de daxwaz kir ji hemû aliyên kurdî piştgirtiya şanda kurdî ya di komîta Destûrî de bikin.Ji ber ku ev şand ne nûnerê ENKEê tenê ye.Lê nûnertiya doza gelê kurdkatana Sûriye bi giştî dikin.

Herwiha gotina hevalê pakrewan Beha”edîn helbestek hat xwendin ji aliyê mamoste Ebdeletîf Hesen.

Herwiha di dawî de gotina malbata pakrewan hat xwendin ji aliyê kurê pakrewan Beha”edîn bi rêz Yelmaz Fatimê herwiha Yelmaz di axaftina xwe de spasiya hemû mêvanên beşdar,kir û ENKSê û partiya bavê xwe jî kir.
Herwiha Yelmaz soz da li ser berdewam bûna riya partiya bavê xwe û  riya ENKSê.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.