المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEQÎNE LI BAJARÊ HESEKÊ RÛDA .

0 62

Di roja duşemê 1.6.2021ê de, li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê li cem avahiyên Sor teqînek bi riya motorek du tayer ku mayinkirî bû rûda, û di encamê de welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest da û 3ê kes din jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî taybet nêzîkî bûyerê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman: ” ku li gorî zanyariyan otombîlek armanca vê teqînê bû ku kesayetekî xuyakirî ku serokê êla Cibûriya tê de bû.

Herwiha diyar kir Ku Motor li ber rê sekinî bû ,û dema otomobîl di ber wê re derbas bû ew mîtor hat teqandin û di ancama teqînê de, welatiyê sivîl bi navê Hesen Elî Mihemed jiyana xwe ji dest da û sê welatiyên din jî birîndar bûn, tenê ziyan gihişt otomobîlê.

 

Herwiha çavkaniyê taybet got jî: ku li gorî zanyariyan otombêl armanca vê teqînê bû jiber yek ji wan kesayetekî xuyakirî bû ji rûsipiyên êla Cibûriya bû

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.