المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA ROJAVYÊ HESEKÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXISTIN.

0 66

Di roja Yekşemê 18.8.2019an de, encûmena xwecihî ya rojavayê Hesekê li bajarê Hesekê, civîna xwe ya yasayî li darxistin, bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di derbarê naveroka civatê de, Mamoste Tariq Emînakê endamê xwecihiyê û nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civata encûmena xwecihiyê bi xwe yasayî bû, di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

 

Piştre rewşa rêxistinî vegêrana ango bersiva rapora wan ya meha derbas bûyî  hat xwendin, ji aliyê serokê xwecihiyê. Her wih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin, û hin pêşînyar jî hatin sitendin .di derbarê pêşketina xwecihiyê de û firebûna wê li ser bingeha avakirina şaxa li herêmên yê bi ser wê ve, Her wiha xwecihî tekezkir li ser serdana kesayetên welatparêz û civaknasî yên bi ser herêma wê vê.

 

Her wiha Emînakê got ku civat tekez kir li ser rewşa encûmena aştiya gelêrî û giringiya wê li bajarê Hesekê, di derbarê vê yekê de civatê tekez kir li ser şêwirdariya encûmena xwecihiya rojhilatê Hesekê ya bi ser ENKSê ve, ta biryarnî durist ji bo wê bistînin.

 

Di dawiya gotina xwe de Emînakê spasiya hemû endamên xwecihiyê kir li ser pabendbûn bi beşdarbûn û çalakiya wan bi bawerî li ser karê xwecihiyê.

 

M.ELÎ Fetah

Ragihandina ENKS ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.