المجلس الوطني الكوردي في سوريا

3EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA MAMOSTE ISMA’ÎL HEMÊ JI HÊLA PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ- SÛRIYA HAT VEJANDIN.

0 56

Îro di roja Yekşemê 18.8.2019an de,li  gundê Til Dîkê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê, bîranîna salvegera 3emîn li ser koçkirina mamoste Îsma’îl Hemê sekretêrê berê ya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye ji hêla partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye hat vejandin.

Her wiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ciwanan û jinan her wiha bi beşdarbûna kesayetên civaknasî û xelkên herêmê û bi taybet cemawerên ENKSê.

Di destpêkê de, partiya Yekîtî Kurdistanî-Sûriya bi xêr hatina mêvanên beşdar kirin û xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê hevalê xwe Isma’îl Hemê rawestiyan.

Piştre gotina partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye hat xwendina ji aliyê sekretêrê partiyê mamoste Silêman Oso hat xwendin .
Her wiha mamoste Silêman Oso di axaftina xwe di destpêkê de bi xêr hatina mêvanên beşdar kir û bêtir axaftina wî li ser kar û xebata mamoste Îsma’îl Hemê bû bi awayekî serfiraz û Zelalmendî kar û xebata mamoste Îsma’îl Hemê nirxand û anî ziman. Û Oso di axaftina xwe de diyar kir ku em soz didin bavê Dêrsim em ê riya piroja netewa Kurdî bişopînin ya ku hevalê me Isma’îl Hemê ew piroje dişopand bi hevalê xwe re di hindirê ENKSê ya ku îro em tevde xwe dibînin xwediyê wê pirojê. Her wiha Oso berdewam kir ku partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye wê di her demê de çalak be di kar û xebata kurdiyetê de jî bo parastina mafê gelê kurd yê netewî yê rewa.

Her wiha gotina encûmena xwecehî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê jî hêla M. Eşref Elmele hat xwendin.
Her wiha gotina Yekîtiya nivîskarê Kurdistana Sûriye jî hêla M.Wezna Hamid hat xwendin.

Her wiha gotina destaya şêwirdariyê ya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye ji hêla M.Hisên Şehadê hat xwendin.

Her wiha gotina malbata Isma’îl Hemê ji hêla mamoste Salih Hemê hat xwendin. Û di gotina wî de Spasiya hemû mêvanên beşdar kir li ser beşdarbûna wan di vê rojê de.

Her wiha piştre hemû kesên beşdar hatin vexwendin ji hêla partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya ku tevde bimeşin bi meşê herin ser gora rehmetiyê Isma’îl Hemê.
Û piştre gurzêngulan hatin danîn li ser gora M.Isma’îl Hemê ji hêla hevalên wî û mêvanên beşdar.

Her wiha ev vejandin bi awayekî ber fireh ji hêla beşên ragihandinê de hat şopandin kirin.

Di dawî de mamoste Silêman Oso sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye spasiya hemû mêvanên beşdar kir li ser beşdarbûna wanî bi nirx.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.