المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Kurdistana Sûriya zarok di nav karên giran dixebitin..

0 73

Ev  “neh ” Sal li ser kirîza Sûriyayê derbasbûye, ku ev yek bandor li ser civaka Sûrîyeyê bi giştî û jiyana hemwelatiyan kiriya û bi taybetî ji aliyê rewşa aborî ve ku bo sedema belengazî û hejariya welatiyan, lê di derbarê vê rewşê de ziyana herî mezin gihiştiye pêşeroja zarokan, nixasim ku hejmarek pir mezin ji wan ji dibistan û ji xwendina xwe dûr ketine û herwiha hejmarek din bi malbatên xwe re neçar bûne jiyana penaberiyê bijîn , di heman demê de jî sedema wêrana rewşa aborî li kurdistana sûriyê hiştiye hejmarek ji zarokan dibin Karên giran bixebitin , ji bo xwedî kirin û peyda kirina pêdiviyên malbatên xwe ji bilî vê rewşa aborî ya zehmet ku welatiyên sûriyê têde dijîn.

Di derbarê vê yekê de û li ser şhopandina me li ser mijara tevlîbûna zarokan di nav Karên giran de , welatiyak bi navê ( Ebo Ehmed), ku ew hostayê hesin kardike, ji malpera me re wiha axifî û got : Îro li kurdistana sûriyê gelek malbat zehmetkêşiya dibînin ji aliyê rewşa aborî ve, û ew dibin xêza belengaziyê de dijîn û êdî zarokên xwe dişînin Kar, û herwiha gotina xwe berdewam kir ku Em  xwediyê Kar neçar dibin ji ber kêmbûna karkeran bi temenê 18 û bi jor de em razî dibin ku zarokan bidin xebatê , û bê guman ew jî bi razîbûna malbatên wan.

Û herwiha ji rexekî dî ve (Alan), zarokekî bi temenê (15) salî ku ji dibistana xwe dûr ketiye û niha karê firotina “sardemeniyê”dike ji malpera me re li ser rewşa karê xwe axifî û got : Her roj ez bi vî karî radibim û li nav kolanên Qamişlo digerim piştî ji dibistana xwe dûr ketim jiber rewşa malbatê, û bê guman gelek zehmetkêşiya dibînim di Kar de û li ber vê germa havînê , lê ez neçar im alîkariya bavê xwe bikim, û herwiha berdewam kir ku xwendin xewn bû li gel wî û daxwaza wî rojek ji rojan xwendina xwe berdewam bikê..

Û di dawiyê de zarok nifşê pêşerojê ne û cihê wan dibistan û xwendinê ye, lê mixabin we ku Em dibînin roj bi roj rêje ya hejmare zarokan ku tevlî Kar dibin li ber zêde bûnê ve diçe..

 

 

Raport : Hêvî Delî

Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.