المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bi sedema Kirîza Dil , Pêşmergekî rojava jiyana xwe ji dest da ..

0 87

Pêşmerge leşkerê roj Ebas Seydo Mihemed, îro roja pêncşemê 28/5/2020, çû ber dilovaniya xwedê.

Gorî jêderekî ji kamapa Qoştepe, ku pêşmerge Ebas li nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê raserî kirîzeke dil hat û bo sedema ku jiyana xwe ji dest bide.

Û herwiha tê zanîn ku Pêşmerge Ebas Seydo jidayîkbûna Sala” 1976″ li gundê “Hebîs ” yê bi ser navçeya Tirbespiyê ve li  kurdistana Sûriyê, û ji nişteciyê kampa Qoştepe bû ,  ya penaberên kurdistana Sûriyê, û herwiha xêzandar bû û bavê 4 zarokan bû , û di “28” sibata “2017” tevlî nava refên pêşmerge bû yên leşkerê roj

Û bi beşdariya kesûkarên wî û rêxistina PDK_S ê ya kampê û hevalê  wî yên Termê pêşmerge “Ebas Seydo” li goristanek  nêzîkî kampa Qoştepa bi xakê hat spartin ….

Ragihandina ENKS Ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.