المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA ROJAVAYÊ HESEKÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXISTIN

0 64

Di roja Yekşemê 23ê hizêranê 2019an de, encûmena xwecihî ya rojavayê Hesekê ya bi ser ENKSê ve, li navenda Yekîtiya jina Kurdistana Sûriye, civîna xwe ya yasayî li darxistin, bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê.

Piştre rewşa rêxistinî nirxandin û bersiva rapora meha derbas bûye, hat xwendin, ji aliyê serokê xwecihiyê.

Herwih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin, û hin pêşînyar jî hatin sitendin, di der barê pêşketina xwecihiyê û fire bûna wê li ser bingeha avakirina şaxa li gundewarê wê.

Herwiha xwecihî tekezkir li ser serdana kesayetên welatparêz û civaknasî yên bi ser herêma wê vê.

Herwiha serokê xwecihiyê di der barê civatê de hemû bûyerên siyasî yên nû di rewşa Sûriye bi giştî, û Kurdistana Sûriye û Kurdistanî baş şirovekir.

 

Di der barê vê yekê de, serokê xwecihiyê mamoste Xelef Emînakê ji nûçegihanên me re ragihand û anî ziman: “civat bi xwe yasayî bû û heval hemû pirsgirêk bi awayekî berpirsiyarî giftûgo kirin, û biryarên durist Hat e sitendin.

 

Herwiha Emînakê di axaftina xwe berdewam kir û got :”Biryara me di der barê civatê de, sazkirina komîtên şaxa yê bi ser xwecihiyê ve li taxa û gundewarê bajarê Hesekê, armanc jê ku pêkanîna gihiştinek bêtir ji cemawerê ENKSê re.

Û hêsankirina karê me û piştrastî ya hevkariya cemaweriyek fire di karê ENKSê de, ji ber vê yekê me biryar jî da ye ku em serdana kesayetên welatparêz û civaknasî yên herêmê bikin .

 

Di dawiya gotina xwe de Emînakê spasiya hemû endamên xwecihiyê kir li ser pabendî ya wan ku beşdarbûn û çalakiya wan bi bawerî li ser kar.

Wergerandin : ELÎ Fetah

Ragihandina ENKS ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.