المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIJWARIYA AGIRÊN KURDISTANA SÛRIYE HÎN DILÊ SITEMKARAN HÊNIK NEKIRIYE…..

0 68

 

Siyasetmedarên Kurd piştî dawîbûna Da’işa terorîst li Baxozê, digotin Da’işê sibê yê dijwartir be ji yê îro. Ev jî rastiyeke, ji ber ku ev agirê dijwar yek ji şêweyê Da’işa terorîst e.

 

Di roja sêşemê 25.6.2019an de, li Kurdistana Sûriye li gundewarê Dirbêsiyê pîştî danê nîvro li herêma Sêgiran bi taybet li Sêgirê binî yê li ser riya giştî ya navbera Hesekê û Dirbêsiyê, du agirên dijwar rûdan. Û bi dijwarî agir bi zeviyên cotkaran ket û ziyanî giran gihişt cotkarên belengaz.

Li gorî şopandina peyamnêrê me ji vî agirê dijwar re, pir ziyanî mezin gihiştiye cotkaran.

Di der barê vê mijarê de, welatiyekî ji wê herêmê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman bê ku navê xwe bide naskirin :”Va temenê min nêzî 60 saliye min tucarî agirekî bi vê xezebê nedîtiye.Ji ber ku dîtin û gotin nabe wek hev.

Herwiha gotina xwe berdewam kir”wek agirê îro ziyanî mezin gihişt cotkaran wek cotkarê bi navê Ridwan Mamê, zêdeyî nêviyê marbêcên wî yên avjeniyê û hin amûrên çandiniyê jî şewitîn û sitoka kayê ya par a nuxmatî bi giştî bû arî. Û ji aliyekî din jî gelek darên min yên zeytûna şewitîn, û cotgehek hemxakekî ya me jî şewitî ji agirê îro, û di dawiya gotina xwe de, spasiya hemû xelkên alîkar kir yên agir vemirandin, û go bera bi mal be û ne bi can be”,

Rapor: ELÎ Fetah

Ragihandina ENKS ê – Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.