المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AGIRÊ KURDISTANA SÛRIYE HÎN BERDEWAME..

0 68

 

Wek tê zanîn çîroka şewata zeviyên cotkaran li herêma Kurdistana Sûriya ,li hemû cîhanê belavbûye , Û Kurdên dilêş daxwaz dikin ji hemû welatên cîhanê û civaka navdewletî alîkariya cotkarên belengaz bikin.

Îro duşemê piştî danê nîvro di 24.6.2019an de,li Kurdistana Sûriya ,  di navbera gundewarê Dirbêsiyê û Tel Temir û gundên bi ser şaredariya Tel Bêder agirekî dijwar û mezin rûda û hezarê donimên zeviyên ceh şewetî.

Di derbarê vê yekê welatiyekî ji wê herêmê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman :”Agir ji gundê Şûniyê dest pê kir. yê bi ser bajarê Tel Temir ve,û agir gihişt gundên derdorê mîna Qesrik yê bi hezarên doniman hene.Herwiha axaftina xwe berdewam kir û go li gundê Rahmaniyê hin ji ajalan jî şewitîn tekez kir ku neh mî şewitîn”.

Herwiha gotina berdewam kir û anî ziman :” bi xêra xelkên herêmê û tîmên vemirandinê agir hat vemirandin spas ji XWEDÊ re.”

 

Herwiha agirê ku li gundê Tel Şîrêz yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve.li gorî agahiyan û şopandina peyamnêrê me jê re,bi alîkariya xelekên herêmê û tîmên vemirandinê agir zû vemirî.
Di derbarê vê yekê cotkarekî ji wê herêmê ji peyamnêrê axivî û anî ziman di derbarê vî agirî de:”Agir bi pirêzê ketibû,lê ziyanên  giran gihişt  zeviyê mamoste Silêman Oso ji ber ku marbêcên wî yên avjeniyê bi ser nêvî şewitîn bi bihaya nêzî Pênc melyon perê sûrî (5000000 p.s)Û go agir bi terektorekê jî ket lê zû hat vemirandin”.

Hêja ye gotinê, ku divê komîtên saxlem bi rêkûpêk di bin siya civaka navdewletî de,herêma Kurdistana Sûriye di derbarê şewata zeviyên cotkaran belege bikin.Ta rêxistinên xêrxwaziyê karibin bi awayekî sererast alîkariya herêmê bikin.

M.ELÎ Fetah

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.