المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA EBÛ RASÊN YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DARXISTIN.

0 68

Di roja înê 30.8.2019an de, encûmena xwecihî ya Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya yasayî li darxistin, bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

 

Piştre rewşa rêxistinî vegêrana ango

bersiva rapora wan ya meha derbas bûyî, hat xwendin, ji aliyê serokê xwecihiyê.

Herwih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin, û hin pêşînyar jî hatin sitendin, di der barê pêşketina xwecihiyê de.

Her wiha civat li ser darxistina kongirê çaremîn ê ENKSê hat sekinandin

 

Herwiha xwecihî li ser rewşa siyasî jî baş hat sekinandin, bi taybet li ser bûyerên herî dawî yên nû rawestiyan, Herwiha xwecihî li ser avakirina herêma aram û ne zelal kirina wê û bi taybet peymana di navbera Emrîkan û Turkey de gengeşekirin .

Herwiha civat li ser rewşa penaberan jî hat ber çavkirin .

Herwiha civat li ser liv û tevgera karê ENKSê rawestiya bi taybet li ser hevdîtinên wê bi welatên xwedî bandor di kirîza Sûriye de.

 

Herwiha xwecihiyê bêhtir rawestiya li ser rewşa Efrînê û karên xerab yê rojane, di derheqê gelê wê yî resen dibe ji aliyê komên çekdar yên bi piştgirtiya Turkiya.

Mîna wêranbûn, talanbûn, revandin, girtin û kuştin……… Herwiha xwecihî bi tundî şermezar kir.

 

Her wiha civat li ser destpêşxeriya Ferensa û Birêtanî jî ya ku armanc jê nêzîkbûna (ENKSê û PYDê) rawestiyan

 

Û di dawîya civatê de bi giştî berdewamiya xwe da xuyakirin li ser kar û xebata ENKSê, di der barê armanca wê yî diyarkirî,ji bo piroja wê ye netewî.

 

Raport:ELÎ Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.