المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya rojhilata Qamişlo civîna xwe ya yasayî li darxistin

0 72

Di roja şemiyê de ” 31″, Tebaxa , “2019” an , Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya yasayî li darxist, bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, ku têde Rewşa rêxistinî û nûçeyên herî dawî û karê ENKS ê hatin axiftin û li ser rawestiyan. Piştî ku di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Berzaniyê nemir.

Piştre raportên meha Tebaxê hatin xwendin û gengeşe kirin ji aliyê serokê xwecihiyê ve, M,”Şemdîn Nebî ” ku di civînê de bi firehî li ser rewşa siyasî axifî û bi taybetî li ser guhertinên siyasî li kurdistana sûriyê rawestiya , û xalên herî giring têde hatine gotin û behskirin, li ser rewşa kurdan bi giştî li kurdistana sûriyê, û herwiha ji rexekî dî ve axifî li ser bûyarên herî nû û zehmetkêşiyê gelê me di kurdistana sûriyê de ,û herwiha “Nebî” berdewam kir li ser rewşa dawî li Efrînê û gefên Tirkiyeyê û êrîşkirina wê û karên xirab ku li der heqê milet wê tê kirin Mîna, kuştin, revandin wêranbûn ,Û di vê derbarê de li ser avakirina herêma aram jî rawestiyan, Û herwiha ji rexekî dî ve axifî li ser hevdîtina ku di navbera şandek ji serokatiya ENKS ê û şandeke bilind ya Brîtanî hat li darxistin ji bo aramiya herêmê , Û di dawiya civînê de “Nebî ” tekezî kir ku ji bilî hemû astengî û pirsgirêkên ji bo Kar û xebata ENKS Ê tê kirin lê ew li ser Kar û xebata xwe ya kurdayetiyê û pirojeya netewî berdewam in li kurdistana sûriyê..

 

 

 

 

 

Raport :Hêvî Delî

Ragihandina ENKS Ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.