المجلس الوطني الكوردي في سوريا

40 ROJIYA KOÇKIRINA EBDELLA TERO ENDAMÊ OFÎSA CÎBICÎKAR YÊ TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYA HAT VEJANDIN.

0 67

Di roja înê 30.9. 2019an de, bi helkeftina bîranîna çil rojiya koçkirina dawî ya endamê ofîsa cîbicîkar yê TÇKS li gundê Quldûman ya bi ser bajarê Dêrikê ve, hat vejandin ji aliyê tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye.

Her wiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî, û rewşenbîr û kesayetên serbixwe û rêxistinên civaka sivîl, herwiha kesayetên civaknas û olî rêxistinên jinan û ciwanan.

 

Di destpêkê de, bi navê tevgera Çaksaziya Kurdî–Sûriye M.Resûl Umer, bi xêr hatina mêvanan kirin, û piştre xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa azadiyê û kurd û Kurdistan û rahmetiyê mamoste Ebdella Tero rawestiyan,

Herwiha gotina hevrêziya giştî ya TÇKS, hat xwendina ji aliyê M.Welîd Ferman endamê ofîsa cîbicîkar ya TÇKS.

Di destpêka gotina xwe de bi xêr hatina mêvanên beşdar kir.

Herwiha mamoste Welîd Ferman endamê ofîsa cîbicîkar ya TÇKS, kar û xebata mamoste Ebdella Tero bi awayekî azad û xemgîn nirxand û anî ziman.

Herwiha gotina sê encûmenên xwecehi yê bi ser herêmê ve hat xwendin jj aliyê mamoste Elî Ferso.

 

Û gotina malbata rahmetî hat xwendin ji aliyê mamoste Hisên Hipo, herwiha mamoste Hisên Hipo di axaftina xwe de spasiya hemû mêvanên beşdar kir û bi taybet spasiya TÇKS kir.

Herwiha gotina hevaltiya mamoste Ebdella Tero hat xwendin ji aliyê mamoste Tariq Emînakê.

 

Di derbarê vê yekê de, mamosta Nebîla Umer endama hevrêziya giştî ya TÇKS ji malpera me ya ENKSê re ragihandin û anî ziman:”Di destpêkê de em spasiya hemû mêvanên beşdar dikin,Û em wek TÇKS ev çil rojiya hevalê me Ebdella Tero wek wefadariyekê me jê re vejand, ji bo nirxandina ked û xebata hevalê me Ebdella Tero endamê ofîsa cîbicîkar a TÇKS. Û em ji aliyekî de pir xemgînin û ji aliyekî din jî em bi vî hevalê xwe serbilind in Û em sozê didin hevalê xwe em ê riya wî bişopînin ya wek tê nasîn riya hevalê me piroja netewa Kurdî ji bo parastina mafê gelê kurd yê netewî yê rewa li kurdistana Sûriye.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.