المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA EBÛ RASÊN BI VÎNEK XURT CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

0 64

Di roja pêncşemê 28.1.2021ê de,encûmena xwecihî ya bajarokê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî bi vînek xurt li lidarxist,û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan .

Di derbarê naveroka civatê de,birêz Mihemed Şêx Beşîr serokê xwecihiya bajarokê Ebû Rasên ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

” Civata xwecihiyê ya asayî bû û civîna  me li bajarokê Ebû Rasên hat li darxistin ,

Herwiha di derbarê rewşa rêxistinî,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endaman hatin agahdar bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emîndariya giştî ya ENKSê”.

Herwiha Beşîr got jî :
” civatê, hemû bûyerên siyasî yên nû gengeşe kir û bi taybet bi awayekî berfire hat gengeşekirin li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de û rasteqîna ENKSê ji van danûsitendinan diyar kir ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya ji bo parastina mafê gelê kurd.

Û di derbarê wê de,civatê daxwaz kir ku rêveberiya Emrîkiya ya nû bilez bi peywerên xwe rabe ji ber ku ev danûsitendin yek ji dosayên wê ne, ta dîsa ev danûsitendin di bin çavdêriya wê de dest pê bike û civatê tekez kir li ser giringî û berdewamiya wan danûsitendinan “.

Herwiha Beşîr got jî:

” civatê li ser ragihandina serokê şanda PYNKê rawestiya,û tekez kirin ku ne ji mafê ti kesî û ti aliye, ku dirêjahî û dev avêtinê bavêjin pîrozbahiyên kurdan.

Ji ber Pêşmerge berê û anha jî rûmeta kurd û Kurdistanê diparêzin ,

Ji ber ku giranbiha û canên xwe dane di ber berevaniya Kurdistanê de,li himber dijminên kurdan”.

 

Herwiha Civat rawestiya li ser rewşa tevgera herêma Zirgan .

Ji ber ku her demekê û demekê ev herêm tê topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

 

 

Ragihandina:ENKSê
Raport:ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.