المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI SER DAXWAZA XWECIHIYA GIRIKÊ LEGÊ M. MIHEMED ISMA’ÎL BEŞDARÎ CIVÎNA ASAYÎ BÛ.

0 64

Di roja çarşemê 27.1.2021ê de,encûmena xwecihî ya Girikê Legê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li navenda partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya bi beşdarbûna hemû endaman û bi beşdarbûna M.Mihemed Isma’îl endamê destaya serokatiya ENKSê li darxist.

Di derbarê vê yekê de,xulekek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha xwecihiyê bi xêr hatin û spasiya mamoste Mihemed Isma’îl kir li ser beşdarbûna wî di civatê de.

Herwiha civat li ser mijarên giring rawestiyan û gengeşe kirin , Di derbarê wê de,
Rewşa ENKSê di navxweyî û derve de hat gengeşekirin.
Herwiha civatê danûsitendinên kurdî bi awayekî berfire hat gengeşekirin.
Herwiha civatê rewşa Eniya Aştî û Azadî hat şirovekirin.
Û rewşa ENKSê di nava opozisyonê de,hat gengeşekirin.
Civatê Li ser komîta destûrî û mafê gelê kurd jî rawestiya.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin pirs û bersiv jî hatin kirin ji aliyê beşdarbûna.
Herwiha mamoste Mihemed Isma’îl spasiya encûmena xwecihî ya Girikê Legê kir li ser kar û xebata wan di vê qonaxa hestiyar de ya ku herêm têde derbas dibe.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.