المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA ÇIL AXA CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DAR XIST.

0 116

Îro di roja şemiyê 11.7.2020an de, encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik civîna xwe ya yasayî li ofîsa xwecihiyê li bajarokê Çil Axa li dar xistin.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

 

 

Her wiha rewşa rêxistinî hat gengeşekirin, di derbarê rewşa rêxistinî, raporên şaxan hatin xwendin û li gorî raporê wan hat vegerandin û tekez bû li ser rola encûmenên gundan û bi çi awayî karê wê pêşbikeve û Pabendbûna civatên mehan e.

Herwiha xwecihî rewşa aborî bi hemû rewşên giştî gengeşekirin û di derbarê wê de jî rewşa jiyanê ya xerab ji aliyê kirîza nan, av û êlêktirîk. Herwiha civatê daxwaz kir ji emîndariya giştî ku daxwaz bike ji serokatiya herêma Kurdistana başûr, ji bo alîkariya xelekên herêma Kurdistana Sûrîyeyê bikin li ser riya dezgeha xêrxwaziya Barzanî.

 

Herwiha civatê rewşa siyasî gengeşekir bi taybet li ser rewşa revandina zarokan ji bo lêşgeriya neçar di vê qonaxa hestiyar de ji danûsitendinên kurdan, ya ku pêwistiya me kurdan bi nêzîkirinê û têgihiştinan heye û ne dûr be.

 

Herwiha di dawî de, xwecihî spasiya hemû komîtan kir li ser rola wan û karê wan û hat tekez kirin li ser bêtir bi çalakiyan û kar û xebat rabin.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.