المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : ŞANDEKE JI PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA, SERDANA OFÎSA ENCÛMENA XWECIHÎ KIR

0 119

 

Di roja înê 10.7.2020an de, şandeke ji partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya bi serokatiya mamoste Ebdilîlah Ocê Cîgerê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya serdana ofîsa encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve, li bajarê Dirbêsiyê kirin.

 

Herwiha şanda partiya Yekîtî Kurdistanî , hatin pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Eşref Elmele û hin ji endamên xwecihiyê

Û mijarnî giring jî hatin gengeşe kirin.

 

Di derbarê vê yekê de, mamoste Nîzamedîn Elîko endamê xwecihiyê ji peyamnêrê me yî ENKSê re axivî û anî ziman:”Herdu aliyan bûyerên siyasî yên nû givtûgokirin,û li ser rewşa ENKSê baş hat sekinandin û tekez kirin li ser pêdekariya wê ,ji ber ku dibînin ENKSê navnîşaneke netewî û divê parastina wê bibe û cihê wê jî rast e”.

 

Herwiha Elîko anî ziman û got “:herdu aliyan danûsitendinên bi PYDê re ji bo yek helwesta Kurdî li Sûriye giring dîtin di vê qonaxa hestiyar de ya ku jiyan xelkên herêma Kurdistana Sûriya ber bi zahmetiyê de dere ji hemû aliyan û divê ENKSê bi rola xwe ya giring rabe li hemû herêmên Kurdistana Sûriyê ji bo dabînkirina pêdiviyên xelkên herêmê “.

 

Herwiha Elîko di dawiya axaftina xwe de, spasiya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya kir li ser vê serdana wan bi nirx

 

Wek tê zanîn partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye di civata dawî de, ya komîta navendî tekez kirin li ser serdana hemû partiyên Kurdî û hemû rêxistinên di hindirê ENKSê de.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.