المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Rojhilatê Qamişlo semînareke rêxistinî û konevanî li dar xist

0 94

Îro roja şemiyê “11” ê, tîrmeha,” 2020″ an, şaxê “10 ” yê rêxistina rojhilatî Qamişlo ya PDKS ê, semînarek rêxistinî û siyasî li darxist.

 

Û ev yek bi amadebûna M,”Hesen Remzî”, endamê komîta navendî û berpirsê rêxistina rojhilatî Qamişlo yê PDK_S ê, û herwiha M,”Mihemed Sedîq “, endamê komîta Herêmî, û bi hazirbûna piraniya endamên şaxan û xwecihiyên herêmê.

 

Û Di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Berzaniyê nemir.

 

Û herwiha M,”Hesen Remzî “, di derbarê asta siyasî de baş rawestiya û têde behsa bûyer û pêşhateyên dawî yên siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê şirovkir.

 

Û herwiha li ser lihevkirina danûstandinên di navbera aliyên kurdî de “ENKS ê û PYNKê de û gihiştina rêkeftineke erênî hevbeş di warê siyasî de û herwiha qonaxa duyem ji danûstandinan berdewam e û di demeke nêzîk de destpê bike .

 

 

Û herwiha ji rexekî dî ve M,”Hesen Remzî ” tekezkir em wek Partî Demoqiratî kurdistanî û encûmena niştîmanî piştgirî û piştevaniya her pêngavên têgihiştineke dikin ku mafê gelê kurd li Kurdistana sûriyê piştrast dike.

 

 

Û herwiha li ser rewşa aborî jî rawestiyan û astengî û rewşa zehmet ya ku milet têde derbas dibe derbarî cîbiçîkirina yasaya Sîzer û bandora wê ser gel gengeşekirin, û herwiha bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku alîkariyên mirovî ji bo tevahiya xelkên herêmê re pêşkêş bikin.

 

 

 

Û Di dawiya semînarê de hemû endaman pirsên dana xuyakirin û ji aliyê M,”Hesen Remzî”, ve bersiva wan hate kirin.

 

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.