المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bîranîna 24emîn ser Şehîdbûna herdû Xebatkar Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif derbas dibe ..

0 147

Di “3”ê, mijdara “2020”an ,salvegera “24” emîn derbas dibe li ser şehîdbûna herdû xebatkar “Kemal Ehmed Derwîş ” Emîndarê giştî yê partiya Elpartî  , û herwiha xebatkar “Şêxmûs Yûsif “, endamê ofîsa Siyasî ya partiya Çep , Ku hevalên herdû partiyan anha di Yek Partiyê de ne ew jî PDK-sê ye  .

Û herwiha ev kesayetên xebatkar têkoşîner bi netewayî û niştîmanperweriya xwe di hatin naskirin û bi kar û xebata xwe doza mafê gelê kurd dikirin li Kurdistana Sûriyê .

Û herwiha M,”Nafih Ebdellah” endamê komîta navendî ya PDK-S ê ,derbarî dîrok û xebata herdû têkoşînerên kurd ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

Û herwiha hin zaniyarî li ser Jiyana herdû têkoşînerên kurd:

M,Kemal Ehmed Derwîş di sala “1939”, li bajarê Serê Kaniyê jidayîbûye, û xwendina xwe ya seretayî û amadayî li dibistanên parêzgeha Hesekê bi dawî kir, û piştre ew li zanîngeha Helebê bawernameya Yasa wergirt.

Û herwiha di derbarî karê xebatkar “Kemal Ehmed Derwîş” di warê Siyasî de:
– Di sala “1958”, tevlî tevgera kurdî û nava refên partî bû.
– Di sala “1970”an de, wekî endamê komîta herêmî hat hilbijartin.
– Di sala “1977” an de, ji bo endamê komîta navendî hat hilbijartin.
– Di sala “1979” an de, weku sekirtêrê giştî yê partî Demoqiratî hat hilbijartin , û herwiha di karê sekirtariyê de berdewam kir ta sala “1995”, û piştre di kongirê 7an  de ku di buhara “1995”, hat li darxistin, û têde hate hilbijartin ji bo emîndariya giştî ya vê partiyê.

Û herwiha di hilbijartinên civîna” 5 “emîn de ya asayî ya Perlementoya Sûriyê de, Xebatkar “Kemal Ehmed Derwîş “, wekî nûnerê partî û tevgera netewayî ya kurdî li sûriyê û weku endamê meclisa gel ya Sûriyê hat hilbijartin.

Û herwiha ji rexekî dî ve hin zaniyarî li ser Dîroka xebatkar “Şêxmûs Yûsif ”

: Di sala” 1948″, an li gundê “Elqetraniyê “, yê girêdayî bi navçeya “ÇilAxa “ve jidayikbûye , û bi niştîmanperweriya xwe di hat naskirin.
– Di sala “1965” an, beşdarî nava refên Partiya Çep ya kurdî bû.
– Di sala “1987”, endamê komîta navendî hat hilbijartin.
– Di sala “1993” an de weku endamê ofîsa siyasî ya vê partiyê hate hilbijartin.

Û herwiha tê zanîn ku di roja “3 “mijdara sala” 1996 “an , herdû Xebatkar çûbûn Hesekê ji Karekî û xebatekê ji Gelê kurd re bikin lê ew rastî bûyereke tirafîkê bûn li ser rêya Hesekê, û di encama vê bûyerê de Jiyana xwe ji dest dan û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî ve li goristana ( Qidûr bek), li Qamişlo bi axê hatin spartin.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.