المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê civîna xwe ya yasayî li dar xist

0 72

Îro roja dûşemê” 29″ ê pûşberê, encûmena xwecihî ya bajarê Derbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKS ê, bi beşdarbûna hemû endamên xwecihiyê û berpirsiyarên ofîsan û yên serbixwe civîna xwe ya yasayî li darxistin.

 

Û Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir, piştre di civînê de raporta Ofîsa jinê û herwiha raporta Ofîsa karûbarên encûmanên xwecihî di encûmena niştîmanî kurdî de hatin xwendin.

 

Û herwiha di civînê de li ser rewşa siyasî rawestiyan û têde bûyar û pêşhateyên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê bi bi giştî û qada kurdî jî bi awayekî taybet anîn ziman,.

û ser lihevkirinên di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî bi alîkariya Amerîka û bi serpirştiya serok Mesûd Barzanî,

 

 

Û ji rexekî dî ve, di civînê de endaman li ser pêşketina Ofîsê axifîn derbarê têkilî û hevdîtin bi hemû şaxên encûmena xwecihî re li bajar û gundewarê wê re zêde bike.

 

Û Di dawiyê de encûmena xwecihî daxwaz ji endaman kir ku kar û xebata xwe zêde bikin di ber xizmeta civaka herêmê û pirsgirêka kurd li kurdistana Sûriyê.

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wegerandin:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.