المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bi riya Vêxistina Mûman Y.X.C.D.K.R şaxê Qamişlo Serhildana 12 Avdarê bibîranî..

0 67

Îro 11 avdarê di danê Êvarê de , Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demoqiratî Kurdistanî _Rojava, Şaxê Qamişlo, demjimêr 6ê evarî, bi dest vêxistina mûman kirin bi boneya salvegera” 16″ emîn li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên” 12 ê ” Avdarê “2004” an.

Û ev yek bi hazirbûna endamên koma Orkêş û herwiha bi amadebûna berpirsên ofîsên şaxî ya Yekîtiyê.

Û herwiha endamek ji koma Orkêş bi navê “Viyan Hesen Remzî” di derbarê vê rojê de ji malpera ENKS ê re ragihand û wiha anî ziman :

” Destpêkê de sersaxiyê ji hemû malbatên pakrewanan re dixwazin, û hersal di vê rojê de bi vêxistina mûman bîranîna xwîna pakrewanên” 12 ê ” Avdarê li bîra xwe tînin, yên ku can û xwîna xwe kirin qurbanî ji bo doza azadiya milet ta ku bigihêjin mafên xwe yên rewa û herwiha em soz didin xwîna wan jibîr nakin û wefadariyê bi xwîna wan bikin”..

Wêne ji Boneyê

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.