المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya Rojhilatê Qamişlo sersaxiyê ji malbata Pêşmerge “Newzet” kir ku koça dawî kir li nexweşxaneya Dihokê..

0 65

Îro roja dûşemê ” 29″ ê, pûşbera “2020” an, şandeke ji encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve beşdarî sersaxî kirin bi koça dawî ya pêşmerge “Newzet Selahedîn Ebdê” .

Şanda Encûmena xwecihî bi serokatiya M,Mihsên Tahir, serokê Ofîsa karûbarên encûmanên xwecihî di encûmena niştîmanî kurdî de pêk hat.

Û herwiha hêjaya were zanîn ku pêşmerge “Newzet Ebdê”, di Sala” 1970″ an, li gundê “Mûsa Gewra”, yê bi ser navçeya Dêrikê ve li kurdistana sûriyê ji dayik bûye .

Û di sala” 2015 ” an, tevlî nava refên Pêşmerge yên leşkerê roj bibû .

Û di roja Şemiyê de “27” ê pûşberê, raserî kirîzeke dil hat û bo sedema ku koça dawî kir û termê wî li goristana Zaxo bi axê hat spartin.


Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.