المجلس الوطني الكوردي في سوريا

36EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA TÊKOŞER Û XEBATKER HEMÎD SÎNO DERBAS DIBE ..

0 95

Hemîd Sîno yek ji kesê navdar e,ji aliyê kar û xebata netewayî û kurdayetiyê de dihat nasîn û tê nasîn li seranserî her çar perçên Kurdistanê û bi taybet li Kurdistana Sûriya,kesayetekî her dem di bîr û baweriya gelê xwe yî kurd de ye.

Hemîd Sîno sala 1940 dayikbûye li gundê gir Kundê, yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,li Kurdistana Sûriya.

Yek ji kesayetên ku perwerde bibû li ser karê partiyetê,niştîmanî û netewayî û bi awayekî rêkûpêk ev nerînên xwe yî bi nirx digihand gelê xwe ji bo parastina mafê gelê kurd yê rewa li kurdistana Sûriya.

Hemîd Sîno,di dawiya salên pêncî de,tevlî refê yekemîn Partî bû li Kurdistana Sûriya  ,û hîn xwendekarê asta amadeyî bû.

Lê bi hevalên xwe yî di destpêkê de,kar û xebata siyasî û rêxistin li Kurdistana Sûriya di qonaxek hestiyar û dijwar de dikir.

Di destpêka salên şêstî de,bawernameya amadeyî bi destxist,û tevlî zanîngeha mafan li zanîngeha Helebê bû.

Lê di wê demê de,hin ji rêveberiya partî hatin binçavkirin û Hemîd Sîno yek ji kesên ku rêjîma Sûriya lê digeriya û dixwestin wî binçav bikin.

Sala 1963an berê xwe da Firinsa û tevlî zanîngeha zanista Siyasî û aborî bû.
Herwiha li Firinsa dest bi karê kurdayetiyê kir û danûsitendin bi tevgera gelê Kurd re kir.

Û bi şoreşa Îlonê û bi rêveberiya partiya Dîmiqratî Kurdistanî û bi serokê wê yî nemir Mele Mistefa Barzanî re sekinî.

Herwiha malbata Bedirxanî naskir D.Kamîran Bedirxan nûnerê şoreşa Kurdî û kar li ser nerînên wî kir.

Herwiha Hemîd Sîno,li Ferinsa sala 1965 di kongirê komelê de,bû nûnerê xwendekaran.

Lê ji ber derfetê wî yî rewşa aborî nikarîbû xwendina xwe li Ferinsa bi dawî bike.

Ji ber vê yekê berê xwe da Elmaniya rojhilat bi taybet Berlîn ji bo xwendina xwe berdewam bike,ew jî piştî bursariya xwedekariyê jê re derket.

Herwiha têkoşer Hemîd Sîno,pir çalak bû di piraniya kongirên xwendekarên Kurd de,li Elmaniya di navbera salê 1964 û 1970 de beşdar dibû.

Û pir salan dihat hilbijartin ji bo endamtiya serokatiya komelê.

Û di wê demê de,kar û xebata wî di bin rêbaza kurdayetiyê de bû û alîgirê şoreşa Îlona niştîmanî bi rêveberiya Barzaniyê nemir bû.

Ta ku daxuyaniya 11ê avdarê ya dîrokî û serkeftina şoreşa Kurdî bû , Ya ku Vedaniya wê bi erênî vegeriya li ser rewşa siyasî Kurdî li Sûriya.

Ya ku dirûvgirtina yekbûna her dû perçên partiyê(Elpartî) di kongirê yekm de yê partî ew û du hevalên xwe hatin hilbijartin ji bo nûnertiya xwendekarên Kurdên Sûriya wek endam di wî kongirê dîrokî de.

Herwiha tekoşer Hemîd Sîno,di dawiya sala 1971ê de,piştî ku bawernameya diblom di zanistiya siyasî û aborî bi destxist vegeriya  Kurdistana Sûriya.

Di wê demê de,partî wî destnîşankir ji bo hilbijartinên rêveberiya xwecihî.

Û di wê demê de,cemawerê Kurd pir li derdora lîsta navên partiyê kom bûn,ta desthilatdariyê di şeva yekem de sindoqên hilbijartinê bi lîsta navên dijwatîyê ji bo alîgirê xwe dagirtin heta ku lîsta Kurda bi ser nekeve.

Herwiha têkoşer Hemîd Sîno,di sala 1972an de,bi hevalên xwe re yên endamê kongirê yekem yê partî çûn Kurdistana başûr û hat hilbijartin di komîta navendî de,û piştre endamê nivîsgeha siyasî , Herwiha di sala 1973an de,
Wî û hevalên xwe bi awayekî serfirazî rêveberiya partiyê kirin.

Û di wê demê de,rêveberiya partiyê dihat binçavkirin ji aliyê rêjîma Sûriya.

Herwiha piştî binçavkirina sikretêrê partiyê têkoşer Hac Deham Mîro ji aliyê rêjîma Sûriya sala 1973an di wê demê de,têkoşer Hemîd Sîno,Hat hilbijartin ji bo sekretêrê partiyê û kar û xebata xwe berdewam kir di wê qonaxa hestiyar û dijwar de,ta sala 1975an di payîz de têkoşer Hemîd Sîno,hat girtin û binçavkirin ji aliyê rêjîma Sûriya de.

Herwiha têkoşer Hemîd Sîno û hevalên xwe di sala 1980ê de serbest hatin berdan û daxwaza vegera nav refê partiyê kir ji bo kar û xebata kurdayetiyê bike di bin rêbaza Barzaniyetê.

Û li ser rêbaza Barzaniyê ma ta koça dawî kir.

Lê mixabin di 16.10.1984an de,ji ber nexweşiya giran koça dawî kir.
Û li gundê Gir kundê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,hat binaxkirin.

Herwiha li gorî agahiyên taybet têkoşer Hemîd Sîno di zindanê de,hatibû jehirkirin ji aliyê rêjîma Sûriya.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.